Peymana avhewayê ya YE'yê: Emîsyonên karbonê wê ji sedî 55 bên kêmkirin

Dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) û parlamenterên Ewropayê li hev kirin ku heta sala 2030'î emîsyonên karbonê di asta ji sedî 55'î de kêm bikin.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Ewropayê û gelek parlamenteran, li hev hate kirin ku emîsyonên karbonê li gorî asta sala 1990'î heta sala 2030'î bi rêjeya ji sedî 55'an bê kêmkirin.

Di encama danûstandinên 27 dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê de li hev hate kirin ji sedî 55 emîsyona karbonê bê kirim. Parlamenta Ewropayê dixwest ku herî kêm ji sedî 60 bê kêmkirin.

Lihevkirina parlament û dewletên endam a li ser armanca karbonê, wê li nava qanûneke avhewayê bê bicihkirin ku niha amadekariya wê tê kirin.

Ev biryar beriya civîna bilind a avhewayê ya Serokê DYE'yê Joe Biden hate wergirtin. Washington jî wê armanca xwe ya sala 2030'î ji nû ve binirxîne û eşkere bike.