BI DÎMEN

Li Hamburgê bi daxwaza azadiya Mehmet Çakas çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Hamburg a Elmanyayê li dijî îhtîmala dersînorkirina koçberê Kurd Mehmet Çakas, çalakiya protestoyê hat lidarxistin. Hat diyarkirin ku çalakiyên bi vî rengî dê li herêma Saksonya û derdorê wê berdevam bikin.

Protestoyên ku roja Înê li Hannoverê hatine destpêkirin, îro jî li kolana Monckebergê li navenda Hamburgê berdevam kir. Hejmarek zêde aktivîst kom bûn û li hemberî dersînorkirina Mehmet Çakasê 45 salî ku ji Çewlîkê ye, bertek nîşan dan.

Çalakvanan pankartên ku li ser “Ji bo Mehmet Çakas azadî” û “Mafê mayînê bidin Mehmet Çakas” dihatin nivîsandin rakirin. Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin, “Ger Mehmet Çakas ji bo Tirkiyeyê were şandin dê bi xetereyek mezin re rûbirû bimîne. Divê bîryara dersînorkirinê were rawestandin û doza wî ya penaberî bi awayek adîlane rêve biçe.”

Yek ji berdevkê çalakvanan got, “Êdî bes e, bila tevgera azadîya Kurd wekî sûcdar nîşan nedin. Ev mijar ne tenê bi kesekî ve girêdayî ye, ev mijarek polîtîk e.”

Berdevk her wiha da zanîn ku ew ji bo rojên pêş plan dikin ku li Hannover, Celle û Uelzenê jî çalakiyan li dar bixin û raya giştî agahdar bikin.