Ji bo Cinawirê Tazmanyayê li Awûstralyayê qadeke nû ya jiyanê

Cinawirê Tazmanyayê ku beriya 3 hezar salî li Awûstralyayê winda bû, ji nû ve çêbû.

Cinawirê Tazmanyayê ku li Tazmanyayê li ber tunebûnê ne, bi saya benrameyeke parastinê, anîn parzemîna Awûstralyayê ku beriya 3 hezar salî li vê parzemînê tune bûbûn. Li parzemîna Awûstralyayê ji nû ve çêbûn.

Komeleyên parastina heywanan ragihand ku roja Duşemê li Awûstralyayê heft Cinawirên Tazmanyayê li nava xwezayê çêbûn.

Hejmara Cinawirên Tazmanyayê heta sala 1996'an derdora 150 hezar bû, lê ji ber kansereke kujer û belavker, hejmara wan daket 25 hezar heywanî.

Komele û kolektîfên parastina jiyana xwezayî, beriya salekê 26 Cinawirên Tazmanya yên mezin li qadeke çiyayî ya ji 400 hektarî ya li bakurê Sydneyê bi cih kir.

Serokê komeleya Re: wild Don Church got, "Bi saya vê bernameyê ne tenê cûreyên li ber tunebûnê tên rizgarkirin, di heman demê de ji bo jinûve kovîbûna Awûstralyayê gaveke baş e."