ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD'ê El Casim bi merasîmekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Wîsam Hesen El Casim, bi merasîmekê li Şehîdgeha Minbicê, hat veşartin. -
Metirsiya ji ber qutkirina ava Firatê zêde dibe
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hewayî, bi qutkirina avê jî dibe sedema karesatekê. Ji ber qutkirina Çemê Firatê li herêmê hem elektrîk hatiye birîn hem jî nexweşî zêde bûne. -
Çeteyên DAÎŞ’ê li sivîlan da
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir li çolê dema mirovên sivîl kuvark berhev dikirin, çeteyan êrîş kirine û di vê êrîşê de 8 kesên sivîl hatine qetilkirin û herî kêm 35 sivîl jî birîndar bûne. -
QSD’ê bîlançoya meha Sibatê eşkere kir
QSD’ê, da xuyakirin ku dewleta Tirk meha Sibatê 24 caran bi tank û çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. -
Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şervanekî QSD’ê şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa ku duh dewleta Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê pêk anî de, şervanê wan ê bi navê Wîsam Hesen Casim şehîd bû. -
Dewleta Tirk êşkence li gel kir, 270 dar birî
Dewleta Tirk a dagirker li Şerayê 270 dar birî. Li Efrînê jî êşkence li xelkê sivîl kir. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelîl El Elo li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo ê ku dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekîli Reqayê hate veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Hesekê hate veşartin. -
QSD: Hevrêyê me Îsmaîl Hesekê şehîd bû
QSD’ê bi daxuyaniyek ragihand ku hevrêyê wan Ehmet Hisên (Îsmaîl Hesekê) di encama krîza dil de şehîd bû. -
Li Amûdê şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn
Meclîsa Malbatên Şehîdan û gel, şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn. -
TEV-DEM: Li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin
TEV-DEM'ê ragihand ku li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin. -
Erdhejê bandoreke giran li dibistanên li Şehbayê kir
Piştî erdheja 6'ê Sibatê li Şehbayê 3 dibistan di bin metirsiya hilweşînê de ne û 70 dibistan jî divê bên restorekirin. -
Kêmkirina ava Çemê Firatê li ser bi milyonan mirovî gefeke mezin e
Ava çemê Firatê ji ber siyaseta qirker a dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bûye. Ev yek metirsiyeke mezin e li ser bi milyonan mirovên li herêmê. -
Cenazeyê Hemze Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê Hemze Kobanê (Mihemed Yildirim) ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
QSD: Li Hesekê di teqînê de şervanek û 2 sivîl birîndar bûn
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Hesekê di teqînê de şervanekî wan û 2 sivîl birîndar bûn. -
Li Hesekê di wesayîtekê de teqînek çêbû
Li Taxa Kelasê ya Hesekê di wesayîtekê de teqînek çêbû, jinek birîndar bû. -
Li Şêxmeqsûdê ji bo şehîd Hemze merasîmek bi heybet hat lidarxistin
Cenazeyê Hemze Kobanê yê ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di êrîşa bi wesayîta bombekirî de şehîd bû, bi merasîmek bi heybet hat şandina Kobanê. -
Xwendekarên Seretayî yên herêma Firatê karnameya xwe standin
Xwendekarên Dibistanên Seretayî yên herêma Kobanê, karnameya xwe ya werza yekemîn standin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Ehmed şehîd bû
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mutşer El Ehmed li Dêrezorê şehîd bûye. -
QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê diyar kir endamê wan Muhemed Xelîl El Elo li Eyn Îsayê di qezayekê de şehîd bûye. -
‘Berxwedana Rêber Apo tecrîd pûç kiriye’
Endamê Desteya Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Nûh diyar kir ku piştî avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û helwesta Rêber Apo dîrokeke nû hatiye nivîsandin. -
'Hemze Kobanê di êrîşa bombeyî ya li Şêxmeqsûd de şehîd bû'
Meclîsa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiye ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a bi wesayîteke bombebarkirî de Endama Komîteya Aborî Hemze Kobanê şehîd bûye û 3 kes jî birîndar bûne. -
Li Şêxmeqsûdê wesayîtek teqiya: Kesek şehîd bû - HATE NÛKIRIN
Li herêma Şiqeyêf a Taxa Şêxmeqsûda Helebê ya ku bêtir Kurd lê dijîn, wesayîtek teqiya. Di encamê de kesek şehîd bû û du kes birîndar bûn. -
Li Hesekê şehîdên berxwedana Til Temirê hatin bîranîn
Meclisa Leşkerî ya Suryan li gundê Til Hirmuz ê Hesekê Berxwedana Til Temirê û şehîdên berxwedanê bi bîr anî. -
Şehîd Mûnîr Gewriye li Qamişloyê hate veşartin
Li Qamişloyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoroyê Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) hate veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenaze bû.