'Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat'

KJAR’ê bi wesîleya 19’emîn salvegera şehadeta Zîlan Pepule (Latîfe Selamet) daxuyaniyek da û got, “Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat.”

Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di salvegera çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) de 19’emîn salvegera şehadeta Zîlan Pepule (Latîfe Selamet) ku di 30’ê Hezîrana 2006’an de li Merîwanê şehîd bû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Zîlan Pepule di sala 1999’an de tevlî Tevgera Apoyî bûye û ji bo jinên Rojhilat pêşengiya têkoşîna azadî û hişmendiyê kiriye. KJAR’ê, diyar kir ku Zîlan Pepule ne tenê ji hêla îdeolojîk ve, di heman demê de ji hêla rêxistinî ve jî berxwedana jinan mezin kiriye .

KJAR’ê, destnîşan kir ku Zîlan Pepule bi rêya akademiyên ku ji bo perwerdehiya jinan hatine avakirin gihîştiye bi sedan jinan û hat gotin ev têkoşîn mezin bûye.

KJAR’ê, diyar kir ku ev berxwedan bi Zeyneb Kinaci re dest pê kiriye û bi têkoşînên mîna Zîlan Pepule berdewam kiriye.

KJAR’ê di dawiyê de got, “Em şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin û dibêjin têkoşîna azadiyê, li ser xetek rast pêk tê. Şehîd Zeyneb Kinacî, xeta têkoşînê ye, şehîd Zîlan Pepule şopdarê vê xetê bû.”