QSD: Li Hesekê di teqînê de şervanek û 2 sivîl birîndar bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li Hesekê di teqînê de şervanekî wan û 2 sivîl birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê têkildarî teqîna vê sibehê ya li Hesekê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro saet di 10:45’an de li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê, di seyareyekê de mayinek teqiya. Di encama vê teqînê de şervanekî me birîndar bû. Her wiha 2 welatiyên sivîl ku yek ji wan jineke 70 salî ye, di encama vê teqînê de birîndar bûn.

Der heqê bûyerê de ji aliyê yekineyên me yên têkildar ve xebatên lêkolînê berdewam dikin."