Çeteyên DAÎŞ’ê li sivîlan da

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir li çolê dema mirovên sivîl kuvark berhev dikirin, çeteyan êrîş kirine û di vê êrîşê de 8 kesên sivîl hatine qetilkirin û herî kêm 35 sivîl jî birîndar bûne.

Êrîş li herêma Dêrazorê hate kirin. Li gorî ajansa Sanayê ya girêdayî hikumeta Şamê, dema kamyona sivîlan derbas dibû çeteyên DAÎŞ’ê mayînek teqandine.

Ajansa Sanayê diyar kir ku 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 40 sivîl jî birîndar bûne.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyar kir di teqînê de 8 kes mirine û herî kêm 35 kes jî birîndar bûne.

Sê roj berê jî li herêma Hamayê du mayînên çeteyên DAÎŞ’ê teqiyabû û 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Dema ku kesên sivîl ji xwe re kuvark berhev dikirin, bûbûn hedef.

Di nîveka meha Sibatê de li rojhilatê Humusê çeteyên DAÎŞ’ê dîsa êrîşî sivîlan kiribû. Dema ku sivîlan kuvark berhev dikirin çeteyan êrîşî wan kiribûn û 68 kes hatibûn qetilkirin.

Kuvarkên li çola Sûriyeye di dinyayê de yek ji kuvarkên herî baş in. Di navbera meha Sibat û Nîsanê de tê berhevkirin û bi bihayekî bilind tê firotin.