Li Hesekê şehîdên berxwedana Til Temirê hatin bîranîn

Meclisa Leşkerî ya Suryan li gundê Til Hirmuz ê Hesekê Berxwedana Til Temirê û şehîdên berxwedanê bi bîr anî.

Meclisa Leşkerî ya Suryan di salvegera 8′an a berxwedana Til Temirê de, berxwedan û şehîdên wê bi bîr anî. Merasîma bîranînê li gundê Til Hirmuz ê li rojavayê Hesekê hate kirin. Li gundê Til Hirmuzê, yekemîn şervanê Suryan şehîd bûbû.

Di merasîmê de nûnerên ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Meclisa Leşkerî ya Til Temir, nûnerên ji Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena axivî û wiha got: "Me bi fedakariya şehîd û lehengiya şervanên xwe xaka xwe parast. Berovajî wê di dîrokê de gelek komkujî pêk hatin û bi milyonan kes hatin kuştin."

Hena wiha domand: "Di dîroka vê rojê de ji bilî rêgezên hêz û ruhê berxwedanê tune bû. Em ê di soza xwe de dewam bikin û heta pêkanîna armancên wan li ser şopa wan bin. Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundên me, heman êrişên çeteyên DAIŞ′ê ne. Em di Meclisa Leşkerî ya Suryan de soz didin ku em ê axa û gelê xwe biparêzin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan hevserokê meclisê Cemîl Beho axivî û wiha got: "Em li ser vê xaka pîroz bi fedakariya şehîdan hene."

Merasîm bi peyamên saziyan ve bi dawî bû.