ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên Tehrîr El Şam êrîş birin ser hêzên Şamê
Çeteyên Tehrîr El Şam li Idlibê êrîş birin ser hêzên hikumeta Şamê. Di encamê de 8 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan. -
'Bendewarî mirin e; em ê bi xwe xak û civaka xwe biparêzin'
Berdevkên YPJ û YPG'ê li ser gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gotin, "Ji bo hebûnê, parastin divê. Lewma ji bilî hêza me û hêza gelê me bendewariya me ji kesî û ti hêzê nîne. Bendewarî tê wateya mirinê. Em ê bi sekna xwe xaka xwe biparêzin." -
Cenazeyê şervanê QSD‘ê Fadil El Hemade hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Fadil El Hamide li Şedadêyê ji aliyê bi sedan kesan ve hat veşartin. -
Gefên dagirkeriya li ser Rojava û rewşa herêmê -III
Piştî ku dewleta Tirk di sala 2018’an de Efrîn û di sala 2019’an de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, li van herêmên hatine dagirkirin rewş çawa ye? -
Ciwan li dijî kompoloya navneteweyî dimeşin
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Ciwanên Şoreşger bi dirûşmeya “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” ji bo şermezarkirina kompoloya navneteweyî ya 15’ê Sibatê dest bi Meşa Dirêj dikin. -
QSD: Hêzên hevbeş tunelek a çeteyên DAÎŞ’ê dît
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya pêngava “Tolhildan ji bo Şehîdên Reqayê de, vê sibehê tunelek a çeteyên DAÎŞ’ê li Reqayê hat dîtin. -
Şervanê QSD’ê Amed Rojdem hat veşartin
Şervanê QSD’ê Mihemed Cûma El Ebid (Amed Rojdem) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê hat veşartin. -
Dewleta Tirk li Şêrawayê kesek revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya Efrînê kesek revand. -
Şehîd Mizgîn Botan bi merasîmek girseyî hate veşartin
Şêniyên Herêma Firatê cenazeyê şervana YPJ’ê Mizgîn Botan bi merasîmeke girseyî veşartin û şehîd Andok Serhed û Dîcle Rohat bibîr anîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 kesên din revand
Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Şiyê û Cindirêsê yên Efrînê 5 kesên din revand. -
Gefa ji bo dagirkirina Rojava û rewşa li herêmê - II
Dewleta Tirk ku ji bo Kurdan bêstatu bihêle hewl dide Şoreşa Rojava bifetisîne, ji aliyê hêzên navneteweyî ve yên ku ji modela demokratîk a li vê derê aciz in, bi 'xweşbînî' tê pêşwazîkirin. -
Ji bo 87 şehîdan li Kampa Serêkaniyê merasîma bîranînê
Li Kampa Serêkaniyê ji bo 87 şehîdên YPG, YPJ, QSD, YAT, HPG, Hêzên Xweparastinê û Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst ên di meha Mijdar û Kanûnê ya sala 2022’an û meha Çileya 2023’an de şehîd bûne, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Xelkê Qamişloyê serdana malbata Şehîd Qertemînî kir
Xelkê Qamişloyê sersaxî ji malbata Şehîd Leyla Qertemînî ya endama Hêzên Ewlehiya Hundirîn-Jin re xwest. -
Li Efrînê talana dewleta Tirk û çeteyên wê didome
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi sedan darên din jî birîn. -
Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn
Li Amûdê şehîdên meha Çileyê hatin bîranîn û peyama ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bin’ hate dayîn. -
Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan şehîd bû
Şervana YPJ'ê Mizgîn Botan di qezaya trafîkê de şehîd bû. -
Bajarê ku neket: Kobanê – V
Çeteyên DAÎŞ'ê digot ku wê nimêja Cejna Qurbanê li mizgefta li navenda bajêr bikin. Nekarîn vê bikin û nimêj ji aliyê gel û şervanên azadiyê ve hate kirin. Mele, Şêx Ehmed Hemo qala wê demê kir. -
Gefên dagirkeriyê yên li ser Rojava û rewşa li herêmê
Dewleta Tirk ku nekarî xwerêvebirina Kurdan a bi Şoreşa Rojava re rabigire, bi dehan plan xiste dewrê; berê çeteyan da herêmê, bi xwe êrîş kir, dagir kir, li gel êrîşan hîn jî gefên dagirkirinê dixwe. -
Li Minbicê li dijî tecrîda Îmraliyê meş hat lidarxistin
Li gundê Osecilî yê Minbicê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi meşekê hat protestokirin. -
Cenazeyê Şehîd Leyla Qertemînî li Qamişloyê hat veşartin.
Cenazeyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Leyla Qertemînî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan, hat veşartin. -
Xelkê Kobanê çû serdana malbata Şehîd Andok Serhed û Şehîd Dîcle Rohat
Xelkê Kobanê, serdana malbatên gerîlayên HPG’ê Andok Serhed û Dîcle Rohat kir û sersaxî dan malbatan. -
Li Şêrawayê mayin teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Li gundê Başmerê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê mayinek teqiya. Di encama teqînê de zarokekî 14 salî jiyana xwe ji dest da. -
Çeteyek DAÎŞ’ê li Dêrazorê hat girtin
QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyek DAÎŞ’ê li Dêrazorê hatiye girtin. -
Dewleta Tirk li Efrînê kesekî din revand
Dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe li Efrînê kesekî din revand. Tewfîq Hesen ê ji gundê Qeregolê hate revandin. -
Bajarê ku neket: Kobanê –IV
Li Kobanê biryardariya li ser berxwedanê û banga seferberiyê ya Îmraliyê sînor çawa ji holê rakir û çar parçeyên Kurdistanê çawa gihand hev? Axaftina Erdogan a li bajarê ku DAÎŞ'ê ji xwe re weke rêgehek bi kar dianî, hêrsa li qadan çawa zêde kir?