Kêmkirina ava Çemê Firatê li ser bi milyonan mirovî gefeke mezin e

Ava çemê Firatê ji ber siyaseta qirker a dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kêm bûye. Ev yek metirsiyeke mezin e li ser bi milyonan mirovên li herêmê.

Dewleta Tirk a dagirker ku avê jî mîna amûreke şer li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, van rojên dawî careke din giranî daniye ser vê rêbazê. Ava Çemê Firatê hatiye birîn, ku kêmbûna vê avê li ser jiyana bi milyonan mirovî metirsiyeke mezin e.

Li gorî peymana ku dewleta Tirk, dewletên Iraq û Sûriyeyê di sala 1987'an de li ser mijarê çêkir, divê dewleta Tirk bi qasî 500 kîlometrekup ava çemê Firatê derbasî Sûriyeyê bike. Ji sedî 60 jî derbasî Iraqê bike. Lê belê dewleta Tirk berpirsyariyên xwe yên vê peymanê bi cih nîne. Ji 27'ê Çileya 2021'ê û vir ve tenê 200 kîlometrekup avê derbasî Sûriyeyê dike.

Ji ber kêmkirina ava Çemê Firatê, bi hezaran hektar zeviyên li dora çemê Firatê ziwa bûn. Çemê Firatê di heman demê de çavkaniyeke girîng a ava vexwarinê ye. Lewma bandoreke giran li ser jiyana bi milyonan mirovî dike.

Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22'ê Sibata 2023'an de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bendavên Tişrîn û Firatê ji ber kêmbûna avê li ber ziwabûnê ne.

Rêveberiyê bang li civaka navneteweyî kiribû ku zextê li ser dewleta Tirk bike ji bo dawî li van kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê berde.