QSD’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
QSD’ê diyar kir endamê wan Muhemed Xelîl El Elo li Eyn Îsayê di qezayekê de şehîd bûye.
QSD’ê diyar kir endamê wan Muhemed Xelîl El Elo li Eyn Îsayê di qezayekê de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Hêzên me ji bo sepandina ewlehiyê, pêngavên paqijkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji şaneyên DAIŞ’ê didomîne. Hêzên me li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî li ber xwe dide.
Li navendekê ku hevalê me Muhemed Xelîl El Elo erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama qezayekê de şehîd bû.
Şehîd Muhemed mînaka şervanê bisebir û dilsoz bû. Tevlî pêngavên li dijî DAIŞ’ê bû. Di hemû şerên ku tevlê dibû berxwedaneke mezin nîşan dida. Xwedî giyanekî hevaltî yê bilind bû. Ji ber wê di nava hevalên xwe de hezkirî bû.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan dixwazin û di heman demê de em soz didin ku li ser şopa şehîdan em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Navê şoreşgerî: Muhemed
Nav û paşnav: Muhemed Xelîl El Elo
Navê dayikê: Emşe
Navê bav: Xelîl
Cih û dîroka jidayikbûnê: Elî Baciliye, 2002
Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa, 23'ê Sibata 2023'an”