TEV-DEM: Li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin
TEV-DEM'ê ragihand ku li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin.
TEV-DEM'ê ragihand ku li gel felaketa erdhejê jî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk dewam dikin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
TEV-DEMʹê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker guh nade nirxên mirovî û exlaqî û siyasetên xwe yên li dijî îradeya gelên herêmê didomîne.
TEV-DEMʹê got: "Wekî her car dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên bi sûc ên terorî li dijî îradeya gelên herêmê pêk tîne. Guh nade nirxê mirovî û exlaqî yên van gelan. Dewleta Tirk mercên dijwar û zehmet ên ku gel ji ber karesatê erdhejê tê re derbas dibin, bi ber çavan de derbas nake."
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ʹʹHikumeta AKPʹê û hevkarê MHPʹê bi hev re û bi awayekî plankirî niyetên xwe yên erênî yên xirab ên ku rastiya wan a derexlaqî ya li dijî îradeya tevahî gelên Tirkiye û herêmê eşkere dike, vedişêrin. A KP-MHPʹê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin. Ev hikumeta terorîst deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civak û çandên civakê nesekiandine."
TEV-DEM daxuyand ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewama polîtîkayên qirkirinê ne û wiha got: "Bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi rêya torên îstîxbarata faşîst a Tirk nirxên gel têne hedefkirin. Dixwazin şaneyên veşartî yên terorê li gelek herêman ji Şehba, Kobanê, Qamişlo, Heleb heta Şengalê geş bikin. Di encama van êrişan de hejmarek welatî û şervanên ku teror tune kirine, şehîd bûn. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên xwe yên qirkirinê li dijî gelê me yê berxweder didomîne. Ev yek asta kîn û nefreta wê ya li hemberî çandên dîrokî yên gelên herêmê nîşan dide."
TEV-DEMʹê bang li pêkhateyên herêmê û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên nîştimanî kir ku alîkariyê bighînin herêmê wêrankirî û ji her demê bêtir li hemberî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk hevgirtî bin.
TEV-DEMʹê di dawiyê de got "Banga me li dewletên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku bi hestiyarî rewşa mirovî ya karesatî dişopînin ew e ku xeteriya zêdebûna êrişên dewleta faşîst ên li dijî gelên herêmê bi giştî û Şengalê bi taybet bibînin û ji bêdengiya xwe derkevin."