Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El Ehmed şehîd bû
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mutşer El Ehmed li Dêrezorê şehîd bûye.
Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Mutşer El Ehmed li Dêrezorê şehîd bûye.
Daxuyaniya Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha ye:
ʹʹEndamekî asayîşa me yê herêma Dêrezorê roja Sêşemê 21’ê Sibatê, dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihişt asta şehadetê.
Nav û paşnav: Mutşer El Ehmed
Navê Bav: Ehmed
Navê Dayikê: Kemîle
Cih û dîroka tevlîbûnê: Siwer 25-11-2018
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor 21-2-2023
Şehîd Mutşer El Ehmed çar salan di nava refên Asayîşê de kar kir, endamekî fedakar û xwedî rihê hevaltiyê bû, her dem amade bû ku fedakariyeke bi nirx û hêja ji bo welatê xwe bike. Şehîd Mutşer erka xwe bi temamî bi cih dianî, heta ku dema erka xwe ya parastina şêniyên xwe û welatê xwe bi cih dianî di êrişeke çeteyan de şehîd bû.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîd Mutşer El Ehmed re dixwazin û serî li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ditewînin. Em teqez dikin ku heta ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger bibe, em ê li ser rêya şehîdan bimeşin.”