Di rapora ku roja Duşemê li Cenevreyê hat weşandin de tê destnîşankirin ku tenêtî bûye pirsgirêkek tenduristiya giştî ya cîhanî.
Li gorî raporê ji ber tenêtiyê salê zêdetirî 871,000 kes dimirin, ev tê vê wateyê ku ji her deh deqeyan carekê kesek ji ber tenêtiyê dimire.
BANDORÊ LI HEMÛ TEMENAN DIKE
Komîsyona Têkiliyên Civakî ya WHO’yê ragihand ku tenêtî bandorê li hemû temenan dike. Li welatên dahata wan kêm û navîn e, ji her çar kesan yek jê vê pirsgirêkê dijî, lê li welatên dahata wan zêdeye ev rêje li dora %11 e. Bi taybetî astengdar, koçber, kesên LGBTQI+ û kêmarên etnîkî di avakirina têkiliyên civakî de zehmetiyan dikişînin.
TEKNOLOJÎ HER KU DIÇE ZÊDETIR TECRÎD DIKE
Serokê Komîsyonê Vivek Murthy anî ziman ku têkiliyên civakî bandora erênî li se tenduristiyê dike û destnîşan kir ku divê ev pirsgirêk wekî pirsgirêkek gerdûnî ya "lezgîn" were destgirtin.
Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus jî diyar kir ku her çiqasî girêdana teknolojiya dîjîtal zêde bûye jî, her ku diçe zêdetir mirovan ji hev dûr dixe.
TENÊTÎ RÊ LI BER WINDAYIYA ABORÎ JÎ VEDIKE
Di raporê de hat destnîşankirin ku tenêtî ne tenê ji ber lêçûnên tenduristiyê û di aliyê hilberînê de jî rê li ber zirara aboriyê ya bi milyaran dolaran vedike. Rayedarê WHO’yê Etienne Krug anî ziman ku ev pirsgirêk ji salên berê zêdetir bûye.
BANGA ÇALAKIYA KUREVÎ HAT KIRIN
Di raporê de hat bibîrxistin ku tenêtî û tecrîda civakî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, bandorek neyînî li ser tenduristiya derûnî dike û rê li ber zêdenûna mirinan vedike. Hat destnîşankirin ku xurtkirina têkiliyên civakî wê berxwedêriya hem kesan û hem jî civakan zêde bike. WHO’yê bang li dewlet, hikûmetên herêmî û kesan kir ku vê pirsgirêkê weke pirgirêka sereke ya tenduristiya civakê bigirin dest.