Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

Şandeya KNK’ê, bi armanca xurtkirina yekrêziya Kurd û ji bo hevkariya siyasî li Rojhilatê Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Îranê re hevdîtinek pêk anî.

Şanda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya hevdîtinên ji bo pêkanîna yekrêziya Kurd û pêşxistina hevkariya di navbera partiyên siyasî de serdana Partiya Komunîst a Îranê kir.

Şandeya KNK'ê ku ji Zeyneb Mistefa, Dr. Şêrko Heme Emîn, Nesrîn Ehmed û Şoreş Xidir pêk dihat ji aliyê Berpirsê Partiya Komunîsta Îranê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de li ser rewşa siyasî, geşedanên li Rojhilata Navîn, xurtkirina yekrêziya Kurd û lihevkirina partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê nîqaş hatin kirin.