Cenazeyê Hemze Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê Hemze Kobanê (Mihemed Yildirim) ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Endamê Komîteya Aboriyê Hemze Kobanê, di 24'ê Sibata 2023'an li qada Şiqeyêfê ya li bakurê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, di encama êrişeke bombeyî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Ji herêmên Firat, Şehba, Heleb û Dêrazorê bi sedan kes li Kobanê li hev civiyan û tevlî merasîma veşartina cenazeyê Hemze Kobanê (Mihemed Yildirim) bûn.

Di merasîmê de ku li Şehîdgeha Kobanê hate lidarxistin, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî.

Eyşe Efendî bal kişand ser keda Hemze Kobanê ya di nava şoreşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin.

Hevserokê Kantona Kobanê Mûstafa Êto piştre axivî û diyar kir ku Hemze Kobanê bi dilnizmiya xwe cihê xwe di nava her kesî de girtibû. Êto got, "Hemze ji bo azadiyê bi roj û şev têkoşiya. Şerê ku îro tê kirin şerê hebûn û tunebûnê ye. Şerê sêyemîn ê cîhanê ye, şerê navbera xeta azadî û demokratîke û di navbera koletî û desthilatdariyê de ye. Çawa li seranserê dîrokê Mezopotamya bû cihê mirovahî û pêkanîna edaletê car din di dibistana Rêber Apo şagirtê Rêber Apo ev rol û mîsyon xistine ser mile xwe. Şehîd Hemze jî yek ji şagirtên Rêber Apo bû."

Hevserokê Meclîsa Dêrazorê Mihemed El Receb jî destnîşan kir ku bi saya lehengiya şehîdan wê dijmin her têk biçe. El Receb got, "Em soz didin şehîdan em ê heta azadiyê têbikoşin, em ê civakeke Sûriyeya demokratîk ava bikin."

Piştre jî wesîqeya şehîd hate xwendin, radestî malbatê hate kirin û cenazeyê şehîd Hemze Kobanê li ber dirûşman hate veşartin.

Di heman merasîmê de şehadeta şervana YPJ'ê Nûjîn Kobanê (Alcîn Ehmed) hate ragihandin ku di sala 2014'an de li Kobanê şehîd bû.