ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Civakê bi rêya PKK'ê rastiya Newrozê nas kir
Nayif Elî ku 37 sal in bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re dimeşe diyar kir ku bi PKK'ê re wan rastiya Newrozê fêhm kirin û baweriya xwe bi serketina berxwedanê anîn. -
Dewleta Tirk li Cindirêsê qetlîam kir
Dewleta Tirk a dagirker, li Cindirêsê 4 ciwanên ku xwest Newrozê pîroz bikin, qetil kirin. Bi sedan kes li ber nexweşxaneyê ku cenazeyên ciwanan lê ne, civiyan. -
Li Rojava agirê Newrozê hat vêxistin - HATE NÛKIRIN - I
Bi hezaran kesên ku agirê Newrozê li Rojava vêxistin, peyama “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.“ -
'Projeya neteweya demokratîk agirê Newrozê geştir kir' -3
Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengê xwe beşdarî Newrozê bûn û bi rengekî azad pîroz kirin. -
'Bi coşa Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin'
Şêniyên Kobanê bi wesîleya cejna Newrozê axivîn û gotin, "Em ê bi ruhê berxwedanê û Zîlanan, bi coşa Newrozê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin." -
Hemê Kobanê: Newroz bi agirê li bedena Mazlûman jinûve geş bû
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido Hemê Kobanê destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agirê li bedena Mazlûman Newroz li cewhera xwe vegeriya ye û bûye roja rabûna li ber desthilatdariyê. -
Rojava ti carî dest ji Newrozê berneda
Li Sûriyeyê jî pîrozkirina Newrozê bi salan qedexe bû. Gel dest ji Newrozê berneda û bi Tevgear Azadiyê re veguherand roja berxwedanê. Bi şoreşê re Newroz êdî bi rengekî azad tê pîrozkirin. -
Ji bo şervanên QSD’ê ên di qezaya helîkopterê de şehîd bibûn konê sersaxiyê hat danîn
Li Şehbayê ji bo Berfîn Bîlal (Rojeng Rifet) û Hadî Hemdoş Zahir (Dogan Efrîn) ên li Başûrê Kurdistanê di encama qezaya helîkopterê de şehîd bibûn, konê sersaxiyê hat danîn. -
Agirê Newrozê li Eyn Îsayê hat vêxistin: Em ê Rêber Apo azad bikin!
Şêniyên Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kirin û ev peyam dan: “Em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin.” -
Li Tebqayê agirê Newrozê hat pêxistin
Welatiyên Ereb û Kurd ên Tebqayê bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” agirê Newrozê pêxistin. -
‘Me bi PKK'ê re ruhê Newrozê yê rast hîs kir’ - 2
Piştî Tevgera Azadiya Kurdistan û PKK'ê hat herêma Efrînê, gelê Kurd ên Efrînê bi ruhê Newrozê yê rast hîs kir û cara yekem bi kom û civak pîroz kirin. -
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê bang hate kirin
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê ku wê 21'ê Adarê pêk were bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê hate kirin. -
Peyama TEV-DEM'ê ya ji bo Newrozê: Em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo Newrozê peyamek weşand û got, "Di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî em ê herêmên dagirkirî hemûyan ji çete û dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin." -
Newroz Li Tirbespiyê û Hesekê hat pîrozkirin
Bi wesîleya Newroza 2023’an li Tirbespiyê meşa meşaleyî hat kirin û li Hesekê jî agirê Newrozê hat vêxistin. -
Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo Efrînê meş hatin lidarxistin
Li Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, meşên protestoyî hatin lidarxistin. -
Ji bo şehîdê YAT’ê Rênad Elî konê sersaxiyê
Ji bo servanê YAT’ê yê di qezaya helîkopterê de şehîd bû, li Til Temirê konê sersaxiyê hat danîn. Xelkên ji bajarên derdor jî çûn konê sersaxiyê. -
Li Helebê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Bi hezaran kes bi wesîleya salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê, li Helebê daketin qadan. -
Ji bo Şehîdên YAT’ê merasîm hatin lidarxistin
Li Qamişlo û Kobanê ji bo şervanên YAT'ê yên di encama ketina helîkopterê de şehîd bûne, merasîm hatin lidarxistin. -
Şêniyên Efrîn û Şehbayê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin
Bi deh hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşeke girseyî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê şermezar kirin. -
Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin bîranîn, berxwedana destanî hate silavkirin
Li 10 bajar û navçeyên Herêma Cizîrê şehîdên Berxwedan Serdemê hatin bîranîn û berxwedana destanî hate silavkirin. -
YPG: Bi ruhê karker em ê azad bikin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê Fermandarê Berxwedana Serdemê Karker Êrîş bi bîr anî û got “Em ê bi ruhê Karker azad bikin.” -
Rêveberiya Xweser: Em destûrê nadin bazariyên li ser Efrînê
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Azadkirina Efrînê ji bo me biryareke stratejîk e û em ê li tu dera dinyayê destûrê nedin ku li ser wê bazarî were kirin.” -
Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Li herêmên dagirkirî demografî tê guhertin
Rêveberiya Xweser a Herêma Firat bi daxuyaniyekê diyar kir ku li herêmên dagirkirî guhertinên demografîk kirin. -
‘Divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne’
Hevserokê Yekîtiya Parêzerên kantona Efrîn û Şehbayê Cebraîl Mistefa destnîşan kir divê Neteweyên Yekbûyî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê bibîne û helwestê nîşan bide. -
‘Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelê Rojhilata Navîn e’
Kamerevan Ebdîn Hisên Ehmed diyar kir ku, di salên 90’yan de tevî siyaseta rejîmê ya zextê jî gel cejna Newrozê bi coşek mezin pêşwazî dikir û got “Cejna Newrozê, cejna tevahiya gelên Rojhilata Navîn e.”