QSD’ê bîlançoya meha Sibatê eşkere kir

QSD’ê, da xuyakirin ku dewleta Tirk meha Sibatê 24 caran bi tank û çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD),  bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Sibatê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Tevî bandora xeternak a ji ber erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê çêbûye û banga navneteweyî ya kêmkirina tundiyê ji bo hêsankirina xebata alîkariyê, lê dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li kiryarên xwe dewam dike. Careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe zêde kirin.

Piştî erdheja 6′ê Sibatê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 24 caran bi çekên giran û tankan êrîş kir, balafirên keşfê û yên bêmirov li dijî herêmên me bi kar anîn. 348  caran jî balafirên dagirkeriyê li ser herêmê geriyan û 27 caran balafirên şer û helîkopteran asîmanê Sûriyeyê darbas kir.

Dagirkeriyê, rêbaza îstixbaratî ya qirêj bi kar anî û wesayîteke sivîl li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê û yek din jî li Hesekê da ber bombeyan û teqand. 

Di encama êrîşên dagirkeriyê yên Sibatê de, 4 sivîl şehîd bûn, ji nav wan koçberekê Efrînê yê 70 salî hebû, 3 kes jî birîndar bûn, yek ji wan jin bû. Li rex wê jî erîşan zirarên mezin bi mal û milkê şêniyan de kir û nehişt şênî xwe bigihînin berhemên xwe yên çandiniyê.

Ji bo nixumandina sûcên xwe, dagirkeriyê derew kir ku destê wê di qetilkirina sivîlan de tune ye û dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku endamekê hêzên me yê bi navê Xelîl Mencî kuştiye û ew bi êrîşa Istenbolê tawanbar kir. Lê em piştrast dikin ku tu têkiliya wî kesî bi hêzên me re nîn e û ew sivîl e û dûrê çalakiyên leşkerî û siyasî ye.

Dewama êrîşên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê ku dibe sedema qetilkirina welatiyan li herêmên me, hîna vebijêrkên bersivdayînê yên hêzên me bi hincetên exlaqî û însanî ve girêdayî ne û hewl dide alîkariya welatiyan li herêmên wêrankirî bike û li hember van kiryarên şantajê yên dewleta Tirk, xwe radigire.

Dewleta Tirk a dagirker, texmîn dike ku mijûlbûna civata navneteweyî û rêxistinên mirovî bi karesata erdhejê re şansek e ku xwe ji zextên wan ên qedexeya êrîşkirina herêmên me bide aliyekî. Ew yek digel nebûna qanûnên navneteweyî yên hesabkirina dagirkerî û çeteyên wê li ser sûcên wê yên li dijî herêmê, guhartina demografîk, qetilkirin û koçberiyê, pêk tê.

Li gorî van mijaran, em banga xwe ji civata navneteweyî, rêxitinên hiqûqî û navneteweyî re dubare dikin ku bi erkên xwe yên hesabkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sûcên wan ên dermirovî rabin. Ew karesata erdhejê bi kar tînin, qetilkirinê zêde dikin û planên xwe yên qirêj pêk tînin. Her wiha em bang dikin ku mekanîzmeyên bikêr û rasteqîn deynin da ku dawî li êrîşên dewleta Tirk a dagirker û gefên ewlehiyê yên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bînin. Ji ber DAIŞ hewl dide rewşên mirovî yên girêdayê karesata erdhejê ji bo zindîkirina çalakî, rêxistin û pêkanîna êrîşên xwe bi kar bîne."