Cenazeyê şervanê QSD'ê El Casim bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Wîsam Hesen El Casim, bi merasîmekê li Şehîdgeha Minbicê, hat veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Wîsam Hesen El Casim yê di 28ʹê Sibata çûyî de, dema rabûna bi erka xwe li Eyn Îsayê şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin.  Bi sedan şêniyên Minbicê tev li merasîmê bûn.

Girseyê, cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Firatê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve bi rê ket. Merasîm bi merasîma leşkerî ya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir.

Piştre ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Elî axivî û got: "Duh me şehîdek veşart. Îro jî em şehîdê xwe yê leheng ê di nava QSDʹê de Wîsam El Casim bi rê dikin. Xweda hilbijart ku Wîsam bibe şehîd, ji ber ku Wîsam soz dabû ku tev li karwanên nemiran bibe."

Mihemed El Elî soza şopandina xeta şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta dilopa dawîn a xwînê em ê şopdarên xeta şehîdan bin, ji ber ku em xwediyê vê axê ne û em ê axa xwe biparêzin."

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Hisên axivî û soza parastina mîrateya şehîdan û şopandina xeta wan da.

Di merasîmê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: "Di demekê de ku gel bi karesata erdhejê re mijûl e, dewleta Tirk a dagirker welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov dike armanc. Em, li gorî exlaqê xwe tev digerin û me destek da mexdûrên erdhejê, lê dagirker li gorî çanda xwe tev digerin. Em ê li rêwîtiya xwe ya parastina ewlehiya herêmê dewam bikin."

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mehmûd Ebû Îdo nasnameya şehîd xwend û da malbatê.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat veşartin.