Di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şervanekî QSD’ê şehîd bû

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa ku duh dewleta Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê pêk anî de, şervanê wan ê bi navê Wîsam Hesen Casim şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji ber karesata erdhejê li Tirkiye û bakurê Sûriyeyê bi deh hezaran kes bûn qurbanî, zirarên mezin pêk hatin, bi milyonan jî bê cih û war man. Her wiha metirsiya erdhejên muhtemel ên mezin heye. Li gel vê rewşê artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû cureyên çekan û bakafirên keşfê yên biçek, tank, topavêj û wesayîtên bombebarkirî, didomîne.

Duh dema şervanê me Wîsam Hisên Casim li noqteyeke me ya li Eyn Îsayê erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di bombebarana dewleta dagirker de şehîd bû.

Careke din rûyê nemirovî yê dewleta dagirker ku karesata erdhejê bi awayekî ne exlaqî îstismar dike, eşkere bû.

Em her tim teqeziyê bi pêkanîna hemû pîvan û qanûnên navneteweyî yên têkildarî şeran dikin. Di heman demê de em mafê xwe yê parastina gel û herêmên xwe û tolhildana şehîdên xwe bi cih tînin.

Em sersaxiyê ji malbata şehîd û hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Em ê li hember zêdegavî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêm û gelê me, destgirêdayî nemînin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Wîsam

Nav û Paşnav: Wîsam Hesen Casim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Hesen

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Girê Spî, Gundê Sexîra, 1990

Cih û Dîroka Şehadetê: Eyn Îsa, 28’ê Sibata 2023’an.”