Erdhejê bandoreke giran li dibistanên li Şehbayê kir

Piştî erdheja 6'ê Sibatê li Şehbayê 3 dibistan di bin metirsiya hilweşînê de ne û 70 dibistan jî divê bên restorekirin.

Herêma Şehba ku dikeve Bakurê Helebê yek ji herêmên ku herî zêde di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de şer lê qewimî û zirar dîtiye. Di encamê de piraniya binesaziya vê herêmê hat rûxandin.

Lê piştî ev herêm di sala 2016'an de ji aliyê şervanên YPG-YPJ'ê ve hat rizgarkirin, hêdî hêdî gelê herêma Şehba vegerîn nav mal û milkên xwe û piraniya binesaziyên herêmê jî hatin restorekirin. 

Dibistanên li Şehba jî di şer de zirar dîtin, lê piştî koçberkirina xelkê Efrînê bi darê zorê ji Efrîn ber bi Şebhayê ve bi alîkariya desteya Perwerdê ya kantona Efrîn û Şehbayê piraniya dibistanan hatin çêkirin  û li deverên ku dibistan tune ne ji nû ve hatin avakirin. Her wiha di her 5 kampên Şehbayê de jî dibistan di bin konan de hatin avakirin. Herî dawî li Şehbayê 72 dibistan ku 15 hezar û 251 xwedevanan dihewîne ketin meriyetê û her sal xwendekaran derçûn dikin.

Lê piştî erdheja 6'ê Sibatê ku navenda wê Bakurê Kurdistanê bû, deverên weke Tertûs, Lazqiyê, Hema, Idlib, Heleb, Efrîn û di nav de Şehba yên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bi awayekî hişk bandor bûn. Piraniya dibistanên Şehbayê jî yên ku hejmara wan 72 ne ji ber şahidê şerê navxweyî yên Sûriyê bûn û rastî êrîşên rasterast dihatin gelek bandor bûn. 3 dibistan di bin metirsiya hilweşînê de ne û 70 dibistan jî divê bên restorekirin. Lewma desteya perwerdê ya Kantona Efrîn û Şehbayê yek ji rêbazên ku hem xwendekaran biparêzin hem jî sala perwerdeyê berdewam bikin; 58 kon li qadên gund û navçeyên ku dibistanên wan di metirsiya hilweşînê de, vedan. 

Yek ji dibistanên ku herî zêde zirar dîtine dibistana navçeya Ehdas û dibistana gundê Til Qireh ya girdayî navçeya Ehrezê ya Şehbayê ne. Ji ber wê 36 kon li Ehdas û 22 kon li Til Qireh ji bo pêşwazîkirina xwendevanan û berdewamkirina sala xwendina ya 2022-2023’an hatin vedan.

Endama deseteya perwede û hîndekariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Mamoste Urûba Xelîl da zanîn ku ji destpêka koçberiya xelkê Efrînê ya ber bi Şehbayê ve dibistan hatin vekirin û wiha got: “Dema em li dibistanan digeriyan me didît ku ji ber derbeyên balafirên şer dibistanan zirarên mezin dîtibûn û hêdî hêdî me jî ew dibistan çêkirin û hin ji wan jî ji nû ve avakirin.”

'EM NAHÊLIN ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ TUNE BIBE' 

Urûba Xelîl diyar kir ku dema şer an jî karesetek li welatekê diqewime, ziman û çand jî tê rûxandin û wiha pêde çû: “Lewma me nexwest ew tişt bi serê gelê Kurd were. Li gorî wê di dema koçberî û di dema erdhejê de jî me perwedeyên xwe nedan sekinandin. Me hem xwendekarên xwe bi vedanan konan ji erdhejê parastin, hem jî me xwendina xwe berdewam kir."

Urûba Xelîl anî ziman ku ji destpêka koçberiyê û vir ve li hemberî berdewamiya perwerdê gelek astengî derketin û ev tişt got: “Dorpêça giran a hikumeta Şamê bû sedem ku sotemenî bi tememî li ser herêmê were qutkirin. Di encamê de dibistanên me nêzî mehekê hatin rewestandin, lê dîsa dibistan hat vekirin û me nehişt ku hikumeta Şamê pêşeroja zarokên me kontrol bike.”

Endama Deseteya Perwede û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê  Mamoste Urûba Xelîl destnîşan kir ku ti saziyên mafê mirovan û zarokan di dema erdhejê de li kêleka wan nesekinîn û got: “Hikumeta Şamê dorpêça xwe domand. Me bi xwe piştgiriya hev kir û me kon vedan ji bo ku xwendekarên ku herî zêde dibistanên wan zirar dîtine di bin konan de perwerdeya xwe bidomînin.”