Li Şêxmeqsûdê ji bo şehîd Hemze merasîmek bi heybet hat lidarxistin
Cenazeyê Hemze Kobanê yê ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di êrîşa bi wesayîta bombekirî de şehîd bû, bi merasîmek bi heybet hat şandina Kobanê.
Cenazeyê Hemze Kobanê yê ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di êrîşa bi wesayîta bombekirî de şehîd bû, bi merasîmek bi heybet hat şandina Kobanê.
Di 24’ê Sibatê de li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, di encama teqîna wesayîtekê de ji aliyê kesên girêdayî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker ve, Endamê Komîteya Aborî Hemze Kobanê şehîd bû.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn û cenazeyê şehîd Hemze wergirtin. Piştre berê xwe dan qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd û beşdarî merasîmê şandina cenaze bûn.
Di merasîmê de toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hat pêşkêşkirin. Piştre, Endama Komîteya Aborî Berjîn Mihemed, fermandarê YPG’ê li Helebê Şervan Efrîn û Hevserokê Meclisa Aborî ya Helebê Selah Ehmed axivîn.
Ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrîn axivî û êrîşa li dijî şehîd Hemze wekî komploya îstixbarata dewleta Tirk, Rûsya û hikumeta Şamê ya li dijî gelê Kurd bi nav kir.
Şervan soz da ku ew ê tolê ji xayînên ku bûne sedema şehîdxistina Hemze Kobanê, hilînin.
Şervan bal kişand ser girîngiya hevgirtina hêzên leşkerî û civakê ji bo sekinadina li hember mîna van êrişan.
Hevserokê Meclisa Aborî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Selah Ehmed jî got ku şehîd Hemze di rewşa erdhejê de ji bo xizmeta hemû şêniyan kar dikir.
Selah destnîşan kir ku wan di rewşên zehmet ên li herêmê de, moral ji şehîd Hemze digirt.
Piştî axaftinan, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û bilindkirina têkoşînê hatin berzkirin.
Piştre girseya gel cenazeyê şehîd Hemze Kobanê heta deriyê Cizîrê hilgirt ser milên xwe ji bo piştre bişînin bajarê Kobanê.
Wê cenazeyê şehîd Hemze Kobanê li Goristana Şehîdan a Kobanê bê veşartin.”