QSD: Hevrêyê me Îsmaîl Hesekê şehîd bû

QSD’ê bi daxuyaniyek ragihand ku hevrêyê wan Ehmet Hisên (Îsmaîl Hesekê) di encama krîza dil de şehîd bû.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya QSD’ê de hat diyarkirin ku şervanên QSD’ê li hemberî êrîşên dijî herêmê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi taybetî di şerê li dijî DAÎŞ’ê de, destanên berxwedan û lehengiyê nivîsandin û serkeftinên mezin pêk anîn.

QSD’ê ragihand ku hevrêyê wan Ehmed Hisên (Îsmaîl Hesekê) ku yek ji wan şervanên leheng bû, di encama krîza dil de gihişt asta şehadetê.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hevrêyê me yê şehîd di têkoşîna li dijî terorê û bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyan de xwedî rolek girîng bû. Ji 2011’an ve di nava refên hêzên me de cih girt, beşdarî piraniya şerên li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Wî bi berxwedana xwe ya dîrokî gelek destan nivîsandin û bû mînaka şervan û fermandarê wêrek. Di dilê her şervanekî ku li kêleka wî têkoşîna daye meşandin, cih girt. Ruxmî temenê xwe yê mezin jî, her kêliyê bi profesyonaliyeke mezin erkên diketin ser milî wî pêk anîn.

Em ji xwe, tevahî malbatên şehîdan û ji malbata şehîd Îsmaîl re sersaxiyê dixwazin. Israra me ya pêkanîna armancên ku hevrêyên me di rêya wan de şehîd bûne, ji her demê zêdetir dibe. Em ê heta pêkanîna xeyalên şehîdan, hêviyên wan ên azadiyê û parastina ewlehiya herêmên xwe, têkoşîna li dijî dijminên xwe bidomînin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Îsmaîl Hesekê

Nav û Paşnav: Ehmed Hisên

Navê Dayikê: Nûra

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Jidayîkbûnê: Hesekê/1967

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê/26-Sibat-2023.”