Metirsiya ji ber qutkirina ava Firatê zêde dibe
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hewayî, bi qutkirina avê jî dibe sedema karesatekê. Ji ber qutkirina Çemê Firatê li herêmê hem elektrîk hatiye birîn hem jî nexweşî zêde bûne.
Dewleta Tirk a dagirker li gel êrîşên hewayî, bi qutkirina avê jî dibe sedema karesatekê. Ji ber qutkirina Çemê Firatê li herêmê hem elektrîk hatiye birîn hem jî nexweşî zêde bûne.
Dewleta Tirk a dagirker ku avê jî mîna amûreke şer li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, van rojên dawî careke din giranî daniye ser vê rêbazê. Ava Çemê Firatê hatiye birîn, ku kêmbûna avê bandorê li ser elektrîkê jî dike.
Rêveberiya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber qutbûna avê wê hefteyekê ji neçarî elektrîk li herêmê bê qutkirin.
Ji şêniyên Kobanê Xalid bavê Yaman li ser qutkirina ava Firatê bi destê dewleta Tirk got, "Dewleta Tirk dewleteke ku xwe li ser komkujî û li ser xwîna gelan ava kiriye. Tevî ku di nava karesatekê de ye û hîna gel di bin xaniyên hilweşiyayî de xilas nekiriye, dest bi qutkirina avê li ser xelkê herêmê kiriye. Di encamê de dibe ku karesateke mirovî rû bide."
Xalid anî ziman ku qutbûna avê wê gelek nexweşiyan jî bi xwe re bîne û got, "Kehrebe (ceyran) li ser tevahî herêma Firatê ji ber qutbûna avê hatiye birîn. Dewleta Tirk dewleteke faşîst e." Xalid destnîşan kir ku qutkirina avê li ser gel sûcê şer e.
Omer Kaniya Kurdan jî diyar kir ku dewleta Tirk bi her awayî li dijî gelê herêmê şer dike û got, "Hemû pêdiviyên jiyanê li ser avê tê kirin. Dewleta Tirk bi her awayî êrîşî gel dike. Ev qutbûna avê ew e ku bi xwe re karesateke jiyanî tîne."
Necîb Kero Derwêş jî anî ziman ev qutbûna avê ew e ku jiyanê dike karesatê û got, "Qutbûna avê bi xwe re nexweşiyê tîne. Kêmbûna berhemên çandiniyê û karesatekê bi xwe re tîne. Qutbûna avê ew e ku êrîşeke gelekî mezine li ser gelê herêmê pêk tîne."