Meclisa Jinan a Rojbîn di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li semta Altona ya Hamburg ê Elmanyayê stand danî.
Standa ku li ber navenda kirînê ya Mercadoyê hat danîn pankarta “Von Kurdistan in die ganze Welt Jin Jiyan Azadî, Ji Kurdistanê Ber Bi Cîhanê” hat daliqandin û afîşên “Freedom for Ocalan” ên li ser wêneyên Rêber Apo hatibûn nivîsandin hatin daliqandin.
Li standê, stranên ku li ser Rêber Apo hatine çêkirin hatin lêxistin û belavok hatin belavkirin.
Jin û ciwanan di çalakiyê de govend gerandin û timî dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
'BANGA OCALAN HÊVIYÊ DIDE HER KESÎ'
Li ser navê Meclisa Jinan a Rojbîn Agnes Alvensleben daxuyanî da. Agnes Alvensleben diyar kir ku divê Rêber Apo demildest were berdan. Agnes Alvensleben anî ziman ku gelê Kurd di şexsê Rêber Apo de 27 sal in di bin tecrîdê de ye û got, "Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin. Fikirên Ocalan dikarin dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bîne. Bang û ramanên Ocalan hêvî da gelan. Ji ber vê yekê, divê hemû hêzên demokratîk tavilê ji bo aştiyê tevbigerin."
'DIVÊ JIN ROLEKE ÇALAK BILÎZIN'
Agnes Alvensleben destnîşan kir ku bi taybetî jin divê di vê pêvajoyê de roleke çalak bilîzin û wiha domand: "Bi jinan re veguherîna civakê dikare pêk were. Divê Ocalan demildest were berdan. Divê destûr bê dayîn ku Ocalan demildest bi parêzer û rêxistinên jinan re hevdîtinê bike."