Trump: Ti tiştî pêşkêşî Îranê nakim, qet naxivim jî

Serokê DYE’yê Donald Trump daxuyand ku wî "ti tişt pêşkêşî Îranê nekiriye" û "qet neaxiviye".

Trump li ser platforma Truth Social nivîsand: "Berevajî Obama ku di sala 2015an de bi milyaran dolar ji bo peymana bi navê JCPOA (Plana Çalakiyê ya Hevbeş a Berfireh) da wan, ez TI TIŞTÎ pêşkêşî Îranê nakim."

Serokê DYE’yê wiha lê zêde kir: "Ji ber ku me tesîsên wan ên nukleerî bi temamî tine kir, ez qet bi wan re naxivim."

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di şeva 21-22’yê Hezîranê de 3 tesîsên nukleerî bombebramkirin û beşdarî êrîşên hevalbendê xwe Îsraîlê bû.

Piştî bombebarana ku 12 rojan bê navber berdewam kir, agirbesta ku ji hêla Serokê DYE’yê Donald Trump ve hatibû ferzkirin, di 24ê Hezîranê de kete meriyetê.

Trump roja Înê di daxuyaniyek din de hişyarî da ku ger Îran uranyûmê bigihîne astek ku çekên nukleerî pêş bixe, DYE’ "teqez" wê êrîşên nû bide destpêkirin.

ÎRAN: DIVÊ DYE TEAHÛDA KU WÊ ÊRÎŞ NEKE BIDE

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mecîd Takht-Revançî ji BBC re axivî û diyar kir ku ger DYE teahûda ku êrîşên nû li ser Îranê pêk neyne bide, wê demê dibe ku danûstandinên dîplomatîk ên bi Washingtonê ji nû ve dest pê bikin.

Rayedarê Îranî di hevpeyvîna ku êvara Yekşemê ji hêla BBC ve hate weşandin de got, "Me dibihîst ku Washington dixwaze bi me re hevdîtinê bike."

Rayedar wiha berdewam kir: "Li ser dîroka wê me li hev nekiriye. Me li ser mercan li hev nekiriye" û wiha domand: "Em li bersiva vê pirsê digerin: Gelo di pêvajoya diyalogê de eê êrîş dubare bibin an na?"

Cîgirê Wezîr anî ziman ku DYE’yê "hêj helwesta xwe zelal nekiriye."