Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed Xelîl El Elo li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo ê ku dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, bi merasîmekîli Reqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şervanên QSDʹê cenazeyê şervanê QSDʹê Mihemed Xelîl El Elo yê dema erka xwe bi cih dianî, şehîd bû, li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê veşartin.

Merasîm bi torena leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre bi navê QSDʹê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef axivî û got: "Em sersaxî malbata şehîd Mihemed û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin. Ji vê cihê pîroz em şehîd Mihemed oxir dikin. ʹʹ

El Xelef anî ziman ku şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAÎŞʹê bi canê xwe berdêl dan û got: "Ji bo ku bi terora osmanî ev senaroyaya DAÎŞʹê dûbare nebe, em amade ne ji bo azadî û rûmetê berdêlên giran bidin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd axivî û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku wê keda wan vala neçe. Em ê li hember her kesên ku hewl didin destdirêjî li herêmên me bikin, bisekinin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Emîne El Hac wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Cenazeyê şehîd Mihemed El Elî bi tilîliyên dayîkan hat veşartin.