Şehîd Mûnîr Gewriye li Qamişloyê hate veşartin
Li Qamişloyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoroyê Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) hate veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenaze bû.
Li Qamişloyê endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoroyê Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) hate veşartin. Bi sedan kes tevlî merasîma veşartina cenaze bû.
Pêkhateya Suryan a li Qamişlo, endamên partî û yekitiyên jinên Suryan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro û Meclisa Leşkerî ya Suryanî, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro Mûnîr Gewriye Gewriye (Loey) li goristana Keldan a li taxa Siyahî ya Qamişlo, veşart.
Merasîmê bi deqîqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro ji aliyê berdevkê hêzê Akad Hena ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser cihê pîroz ê şehîdan û hat gotin: “Şehîd Mûnîr bi salan bê rawestan heta kêliya ku şehîd bûye, têkoşiya.”
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî Robêl Beho jî axivî û bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên herêmê û fedakariyên şehîdan û wiha got: “Şehîdên me rêya Sûriyeya demokratîk, pirreng vedikin ya ku tê de rêz li hember hemû ol, bawerî û pêkhateyan tê girtin.”
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin. Piştre cenazeyê şehîd Mûnîr di nava dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de hat veşartin.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Sutoro, şehîd Mûnîr Gewriye (Loey) di 1’ê Tîrmeha 2015’an de tev li refên wan bûye, beşdarî gelek operasyonên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye û di 22`yê Sibata 2023`an de di encama krîza dil de şehîd bûye.