Li Amûdê şehîdên meha Sibatê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan û gel, şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn.

Bi amadebûna şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişloyê 9 şehîdên YPJ, YPG, QSD û Erka Xweparastinê ku di meha Sibatê ya salên cuda de şehîd bûne, hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xaliya Hec Qasim şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û got: “Ger îro ne ji van qehremanan û lehengan bûya, me nedikarî îro xwe îfade bikira. Ji ber ku bi salan gelê me ji aliyê hêzên desthilatdar û dagirker ve tune hate hesibandin lê ew qehreman xwedî li vî gelê mezlûm derketin.”

‘EM Ê LI DORA RÊBER APO BIBIN XELEKA JI AGIR’

Xaliya Hec Qasim şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Xaliyayê got: “Em ê wek xelkê Rojavayê Kurdistanê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û em ê li dora Rêber Apo bibin xeleka ji agir.”

Xaliya Hec Qasim di dawiyê de got: “Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û em ê nirxên bi xwîna wan ava bûne, biparêzin.”

Di dawiya merasîma bîranîna şehîdan de endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Medya Sedo nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.