'Hemze Kobanê di êrîşa bombeyî ya li Şêxmeqsûd de şehîd bû'
Meclîsa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiye ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a bi wesayîteke bombebarkirî de Endama Komîteya Aborî Hemze Kobanê şehîd bûye û 3 kes jî birîndar bûne.
Meclîsa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiye ragihand ku di êrîşa dewleta Tirk a bi wesayîteke bombebarkirî de Endama Komîteya Aborî Hemze Kobanê şehîd bûye û 3 kes jî birîndar bûne.
Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrîşa bi wesayîteke bombebarkirî ya li Şêxmeqsûdê daxuyaniyek nivisîkî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşa ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve hate kirin û di encamê de endamê Komîteya Aborî şehîd bû û 3 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di serî de em sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û tevahî şehîdên êrîşên dewleta Tirk a faşîst re dixwazin. Tevî erdhejê jî dewleta Tirk êrîşên xwe bi rêya teqîn, balafirên bê mirov li dijî sivîlan û saziyên sivîl didomîne.
Tevî ambargoya giran a li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclîsa Giştî û saziyên taxê, bi taybet Komîteya Aborî di saetên destpêkê de serfer bû û piştgiriya mexdûrên erdhjê kirin.
Îro jî endamê Komîteya Aborî hevrê Hemze Kobanê ji aliyê komên girêdayî MÎTʹê ve bi wesayîteke bombebarkirî hat hedefgirtin. Hemze Kobanê bi şev û bi roj bê westandin ji bo xizmeta şêniyan kar dikir û di mercên herî zehmet de pêwîstiyên wan peyda dikir.
Hevrê Hemze Kobanê tev li karwanên nemiran bû. 3 kesên din jî birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e.
Em vî sûcê derexlaqî û dermirovî yê dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Ev sûc di mercên zehmet ên erdhejê û ambargo de di kesayeta hevrê Hemze Kobanê de li dijî şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.
Em Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê soz didin şehîd Hemze ku em li li ser xeta wî bimeşin û li gorî wê berpirsyariyê bin."