Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Hesekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Îsmaîl Hesekê ku di encama krîza dil de şehîd bûbû, bi merasîmekî girseyî li Hesekê hate veşartin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekî ragihandibû ku şervanê wan Ehmed Hisên (Îsmaîl Hesekê) di encama krîza dil de di 26′ê Sibatê de şehîd bûye.
Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasîma veşartina şervanê QSD′ê Ehmed Hisên (Îsmaîl Hesekê) bûn.
Di merasîma ku Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya Hesekê hate lidarxistin de, beşdaran wêneyên şehîd hildan.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîze Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha got: ”Em di şexsê şehîd Îsmaîl de hemû şehîdên azadiyê yên ku ji bo azadkirina xaka xwe canê xwe feda kirine, bi bîr tînin.”
Ezîze wiha domand: ”Em hemû şopdarên rêya şehîdên xwe ne û heta pêkanîna azadiya ji gelan re dest ji destkeftiyên xwe bernadin."
Yek ji fermandariya Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Evîndar Dêrîk behsa têkoşîna şehîd Îsmaîl kir û got:” Şehîd Îsmaîl berxwedaneke dîrokî nîşan da, bi hemû hêz û îradeya xwe li hember dijminên herî dijwar sekinî.”
Evîndar Dêrîk diyar kir ku serkeftin wê bi berxwedana gel û piştgiriya wî ji hêzên leşkerî re pêk bê.
Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê kir.
Di dawiyê de di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên "Bijî berxwedana şehîdan" û"Şehîd namirin" cenazeyê şehîd hate veşartin.