Li gorî IRNA’yê di êrîşên Îsraîlê de 935 kes mirine
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 132 jin in û 38 jî zarok in.
Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji van 132 jin in û 38 jî zarok in.
Şerê Îran û Îsraîlê ku bi êrîşên Îsraîlê dest pê kir di navbera 13-24’ê Hezîranê de 12 rojan berdewam kir û bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi lihevkirina agirbestê bi dawî bû.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku di şerê Îran û Îsraîlê yê 12 rojan de 935 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Ajans vê nûçeya xwe dispêre daxuyana Berdebkê Darazê Asgar Cihangir û got: ‘’Di şerê 12 rojan de ku rejîma Siyonîst li hemberî welatê me da destpêkirin, heya niha 935 şehîd hatine tespîtkirin.’’ Hate ragihandin ku ji van 132 kes jin in û 38 kes jî zarok in.
RAYEDARÊ ÎSRAÎLÎ: ZÊDETIRÎ 30 RAYEDARÊN LEŞKERÎ YÊN PAYEBILIND HATIN KUŞTIN
Li gorî nûçeya Reutersê leşkerekî Îsraîlî di daxuyaniyeke xwe roja Înê de gotiye ku ‘bi armanca derblêxistineke giran a hewldanên Îranê yên têkildarî nukleerê’ zêdetirî 30 rayedarên leşkerî yên payebilind û 11 zanyarên nukleerê yên payebilin hatin kuştin.
Rayedarê ewlehiyê diyar kir ku êrîşa yekem zirareke mezin daye pergala parastina hewayî û di saetên ewil ên şer û pevçûnan de kapasîteya Îranê ya bersivdayinê hatiye têkbirin.
Li gorî heman kesî hêzên hewayî yên Îsraîlê zêdetirî 900 hedefan xistine û hilberîna moşekan a Îranê zirareke mezin dîtiye.
Rayedarê ewlehiyê got: ‘’Projeya nukleerê ya Îranê derbeyeke mezin xwar: kapasîteya rejîmê ya dewlemendkirina ûranyûmê ya bi qasî ji sedî 90’î ji bo demeke dirêj hate bêbandorkirin. Navenda hilberîna çekên nukleerî jî hate bêbandorkirin.’’