Li Şêxmeqsûdê wesayîtek teqiya: Kesek şehîd bû - HATE NÛKIRIN
Li herêma Şiqeyêf a Taxa Şêxmeqsûda Helebê ya ku bêtir Kurd lê dijîn, wesayîtek teqiya. Di encamê de kesek şehîd bû û du kes birîndar bûn.
Li herêma Şiqeyêf a Taxa Şêxmeqsûda Helebê ya ku bêtir Kurd lê dijîn, wesayîtek teqiya. Di encamê de kesek şehîd bû û du kes birîndar bûn.
Çavkaniyekî ewlehî da zanîn ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker (MÎT) wesayîtek teqand û di encamê de endamekî Komîteya Aboriyê şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.
Tê payîn ku Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.