Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Duisburgê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de li bajarê Duisburg ê Elmanyayê standa agahdarkirinê danîn.
Standa ku saet 17:00’an li ber navenda kirînê ya Forumê hat danîn, heta saet 21:00’an vekirî ma. Di çalakiyê de bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin û hat destnîşankirin ku divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û siyasî were çareserkirin.
Di axaftinan de wiha hat gotin: "Divê her kes piştgiriyê bide pêvajoya çareseriyê ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin. Fikrên wî dikarin pevçûnên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi dawî bikin. Peyamên Rêber Apo ji gelan re bûye hêvî. Ji ber vê yekê, divê hemû derdorên demokratîk ji bo aştiyê bikevin tevgerê."
Li standê broşûrên li ser jiyan, raman û parêznameyên Rêber Apo, Konfederalîzma Demokratîk û têkoşîna jinên Kurd hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Stranên ku ji bo Rêber Apo hatine çêkirin li standê hatin lêxistin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.