Çalakvana mafên jinan û wergira xelata nobelê ya aştiyê Şirîn Ebadî, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên girtîgeha Evînê ya piştî êrişa Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê Telegramê agahiyan parve kir.
Şirîn Ebadî da diyarkirin ku piştî Îsraîlê êrişî ser girtîgeha Evînê kir û girtî ji bo girtîgehên din hatin veguhestin, hêzên rejîma Îranê dest bi êşkencekirin û heqaretê li girtiyên siyasî kiriye.
Di dewamê de Şirîn Ebadî dibêje: “Di dema êrişa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de, bi sedan gardiyanên girtîgehê bi ser girtiyan de girtine, êşkence û tûndî li beramberî girtiyan kirine. Piştre di nava şert û mercên nemirovî de girtiyan ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatine veguhestin.”
Girtîgeha Evîn yek ji girtîgehên herî mezin ya Îranê ye û taybete ji bo girtiyên siyasî. Ev girtîgeh li taxa Şehran a li bakurê Tehranê ye. Roja 24’ê Hezîranê Îsraîlê Girtîgeha Evînê bombebaran kiribû. Piştre girtiyên di wê girtîgehê de ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatibûn veguhestin.