ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rêveberiya Xweser çû serdana Fransayê
Heyeteke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana senatoya Fransayê. -
QSD: Têkoşîna me ya hevpar a li dijî DAÎŞ'ê wê bidome
Fermandariya QSDʹê diyar kir ku li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrîşeke hewayî hate kirin û got: “Têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞʹê wê berdewam bike.“ -
TEV-DEM: Divê dewleta Tirk ji Efrînê bê derxistin
TEV-DEM'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji komkujiya 20'ê Adarê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê berpirsyar e û bang kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bêne derxistin. -
DYE'yê li hêzên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê xist: 8 kes mirin
DYE'yê ragihand ku ji hewayê ve êrîş birine ser hêzên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşê de 8 kesên ji hêzên alîgirê Îranê hatin kuştin. -
Ji bo şehîdên Qetlîama Cindirêsê konê sersaxiyê hat danîn
Li Efrînê û Şehbayê, bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê ji bo şehîdên Qetlîama Cindirêsê hat danîn. -
NY: Çeteyên girêdayî Enqereyê sûcên şer dikin
Komîteya Lêkolînê ya Taybet a Sûriyeyê ya NY’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên kuştin, dizî û destdirêjiyê didomînin. Komîteyê da zanîn ku ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne. -
QSD’ê di salvegera Baxozê de daxuyanî da: Gefên DAÎŞ’ê didomin
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di salvegera 4’emîn a ku li Baxozê hebûna çeteyên DAÎŞ’ê hate qedandin daxuyanî da û diyar kir gefên çeteyên DAÎŞ’ê didome. -
Berpirsyarê komkujiya li Cindirêsê dewleta Tirk e
32 rêxistin û partiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku berpirsyarê qetilkirina 4 Kurdan li Cindirêsê dewleta Tirk e. Bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk gavê biavêje. -
Cenazeyê şehîd Şervan Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê fermandarê YAT'ê Şervan Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Di merasîmê de Rûken Kobanê û Dildar Rojava jî hatin bîranîn. -
Li Şehbayê ji bo şehîdên Newrozê şîn hate danîn
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê bi sedan kes kom bûn û ji bo şehîdên Newroza Cindirîsê şînê hate danîn. -
Daxuyaniya HRW a li ser Cindirêsê: Tirkiye şirîkê sûcên SMO'yê ye
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî kuştina Kurdan a ji ber vêxistina agirê Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ye. -
Cenazeyên 6 şehîdan hat veşartin
Cenazeyên şervanên YAT‘ê Necbîr Mehmûd Hemdo, Hemdiye Seydo Seydo, Elaa Ednan Hemo, Derwîş Ehmed Omer, Mecîd Silêman Mihemed û Hadî Hemdûş Zahir li Goristana Şehîd Xebat Dêrk hatin veşartin. -
‘Newroz sala 2023’yan, Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan e’
Li bajarê Dêrazor ê Sûriyeyê, Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku Newroza sala 2023’yan heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad û projeya neteweya demokratîk bi ser bikeve, Newroza dewamkirina li berxwedanê ye. -
Ji bo şehîdên YAT'ê merasîm hate lidarxistin
Ji bo şehîdên YAT’ê yên li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, merasîm hate lidarxistin. -
Kurd û dostên wan li Şamê Newroz pîroz kir
Gelê Kurd û dostên wan li paytexta Sûriye Şamê Cejna Newrozê pîroz kir. -
PYD: Em bi hev re li ber polîtîkayên qirkirinê rabibin
PYD’ê bertek nîşanê qetlîama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Cindirêsê ya li dijî sivîlan da û bang li gelê herêmê kir ku li ber polîtîkayên qirkirinê rabibe. -
Ji bo şehîdên Newrozê merasîma girseyî
Cenazeyê Ferhan El Dîn Mihemed Osman, Nezmî Osman, Mihemed Fereh El Dîn Osman û Mihemed Mihemed Osman ên ku şevê din ji aliyê dagirkeran ve li Cindirêsê hatibûn qetilkirin, hatin veşartin. -
Agirê Newrozê li Helebê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate dadan
Li Helebê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn û agirê Newrozê dadan. -
Yûsif li Newrozê axivî: Sîstema Îmraliyê wê bê şikandin
Endama Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif li Qamişloyê li Newrozê axivî û got, "Sîstema Îmraliyê wê bê şikandin, em ê dagirkeriyê bi dawî bikin." -
Newroza Reqa: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê berxwedanê mezin bikin
Di Newroza Reqayê de hate destnîşankirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşînê mezin bikin. -
Cenazeyên şehîdên YAT'ê anîn Hesekê
Cenazeyên 9 endamên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ser bi QSD'ê, ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûn, anîn Hesekê. Ji bo 9 şervanan wê sibe merasîmek bê lidarxistin. -
Li Kobanê bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn
Li Kobanê pîrozbahiya Newrozê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat. Di pîrozbahiyê de biryardariya berxwedanê û dawîanîna li dagirkeriyê hate nîşandan. -
Gelê Cindirêsê ji bo şehîdên Newrozê kom bûn
Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dema ku gel agirê Newrozê pê xist, çeteyan êrîş kiribûn û 4 kes qetil kiribûn. Ji bo wergirtina cenazeyan bi hezaran kes kom bûn. -
Li Şehbayê Newroza bi heybet: Em ê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin
Newroz li Şehbayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku wê bi ruhê Newrozê Efrînê rizgar bikin û li warê xwe vegerin. -
Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan qadên Newrozê
Newroz îro li 11 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane qadên Newrozê.