Dewleta Tirk êşkence li gel kir, 270 dar birî
Dewleta Tirk a dagirker li Şerayê 270 dar birî. Li Efrînê jî êşkence li xelkê sivîl kir.
Dewleta Tirk a dagirker li Şerayê 270 dar birî. Li Efrînê jî êşkence li xelkê sivîl kir.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê 270 darên zeytûnê û fêkî birî.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji gundê Meydankê hatin wergirtin, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe 270 dar birî.
Gundê Meydankê niha ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam, Ceyş El Nuxbe, Sultan Mûrad û Ehrar El Şam ve dagirkirî ye. Çeteyên Sûltan Mûrad sala derbasbûyî nêzî 15 hezar darên zeytûnê li nêzî gundê Meydankê birîn.
LI EFRÎNÊ ÊŞKENCE LI GEL TÊ KIRIN
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji Kantona Efrînê hatin wergirtin jî çeteyên Feyleq El Şam li gundê Birç Heyder ê navçeya Şêrawayê êşkence li jinekê û hevserê wê Yehya Haj Nasir kirin.