ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
TEV-DEM'ê bang li Şamê kir: Bihêle ku Rêveberiya Xweser alîkariyê bike
TEV-DEM'ê bal kişand ser astengiyên hikumeta Şamê li pêşiya alîkariya bi herêmên dorpêçkirî datîne û bang lê kir, ku bihêle alîkariya Rêveberiya Xweser bigihêje taxên Şexmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û herêma Şehbayê. -
Komploya 15’ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriye hate protestokirin
Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Bakur û Rojhilatê Sûriye hate protestokirin û azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin. -
QSD: 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
QSD’ê di operasyona ku li rojhilatê Dêrazorê pêk anî de, 2 çeteyên DAÎŞ’ê kuşt. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan ê bi navê Ebdurehman El Celmûd şehîd bûye. -
‘Rêbertî, ne kesek e; lê fikir, çand û felsefe ye’
Ehmedê Pîrê yê ji Kobanê ku sala 1986’an li Helebê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, got: “Rêbertî zêde bandor li civakê kir. Ew, ne şexsek e; lê fikir û çand û felsefe ye." -
Şehîd El Nasir li Reqayê hat veşartin
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Îsmaîl El Nasir, ji aliyê bi Sedan Reqayiyan ve hat veşartin. -
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nûpel Têkoşer hate veşartin
Şêniyên Kantona Qamişloyê cenazeyê şervana YPJ'ê Nûpel Têkoşer li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir. -
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bîlançoya erdhejê giran dibe
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê, ji ber erdhejê herî kêm 2 hezar û 998 kesî jiyana xwe ji dest dane. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava 19 rojan de milyonek îmze hatin berhevkirin
Înisîyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî milyonek îmze kom kirin. -
'Dewleta Tirk a dagirker nahêle tîmên rizgarkirinê bikevin navçeya Cindirêsê'
Li gorî agahiyên ji navçeya Cindirêsê hate girtin, dewleta Tirk a dagirker rê li ber derbasbûna alîkariyê ya ji bo navçeya Cindirêsê digire û got, zêdetirî 70 avahî bi temamî hilweşîne û tîmên rizgarkirinê jî nikarin bikevin navçeyê. -
HRE: Dewleta Tirk di pêvajoyek wiha de êrîş dike û derewan dike
Dewleta Tirk îdîa kiribû ku YPG’ê êrîşê barageha dewleta Tirk kiriye. HRE’yê ev îdîa derewand û got: “Li wê herêmê YPG nîne. Dewleta Tirk bi xwe êrîşê herêmên me dike.” -
Şêniyên Kobanê: Em bi her awayî bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne
Şêniyên Kobanê diyar kirin ku ew bi her awayî bi gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê re ne û amade ne alîkariyê pê re bikin. -
Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê: Deriyê me ji bo mexdûrên erdhejê vekiriye
Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber erdhejê û zirarên ku li herêmên din pêk hatine, Kantonên Efrîn û Şehbayê deriyê ji bo gel vedike. -
Li Sûriyeyê 769 kes ji ber erdhejê mirin
Li Sûriyeyê bîlançoya erdhejê giran dibe. Li gorî daneyên hikumeta Şamê heta niha 769 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Minbicê ambargo hate protestokirin
Ambargoya hikûmeta Şamê, li Minbicê hate protestokirin. -
'Xwestin bi rêya komployê projeya xwişk û biratiya gelan têk bibin, lê proje mezintir bû'
Endama Înîsiyatîfa Nûn Erwa Ehmed Salih diyar kir ku armanc ji komploya navneteweyî têkbirina fikrê projeya xwişk û biratiya gelan bû, lê belê komplogeran nekarîn vê bikin û ev proje her mezintir bû. -
Cenazeyê Şehîd Çelo li Kobanê hat veşartin, gerîlayê HPG’ê Mahir Eyûb hat bîranîn
Cenazeyê Şehîd Mistefa Osman (Çelo) hat veşartin. Di merasîmê de gerîlayê HPG’ê Mahîr Eyûb jî hat bîranîn. -
YPG’ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir
YPG’ê nasnameya 5 şervanên ku di demên cuda de di Şoreşa Rojava de şehîd bûne, eşkere kir. -
Birînên xwe bi hestên tolhildanê pêça
Roşîn Efrîn a ku di roja 34’emîn a Berxwedana Serdemê de bi giranî birîndar bû, hevrêyên wê yên di heman çeperê de şehîd dibe û agahiya şehadeta hevjîn û kurê xwe distîne. Bi hesta tolhildanê birînên xwe pêça û bê navber têkoşîna xwe didomîne. -
Cenazeyê şehîd Sebrî Şêxo li Tirbespiyê hate veşartin
Şêniyên Tirbespiyê cenazeyê endamê HPC'ê Sebrî Şêxo bi merasîmekê veşartin. -
Birîndar Agir Çiya têkoşîna xwe dewam dike
Têkoşîna xwe ya ku li nava berxwedana Şêxmeqsûdê di sala 2011'an de destpê kir, gihand Efrînê. Birîndar bû, dest ji têkoşînê berneda. Agir Çiya ji xwe re Şehîd Karker Êrîş kir mînak û têkoşîna xwe bi xurtî dewam dike. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û rewşa li herêmê – V
Hêzên Suryanî, Asûrî û Ermen ên li dijî êrîşên dagirkeriyê di nava parastina Şoreşa Rojava de ne, destnîşan kirin ku amadekariyên wan ên ji bo berxwedanê wê dijmin têk bibin. -
Şehîd Viyan Soran li Hesekê, Dêrazor û Qamiloyê hate bibîranîn
Fermandara YJA Starê Viyan Soran li Hesekê, Dêrazor û Qamiloyê hate bibîranîn. -
'Em ê bi ruhê Apo’yî li dijî madeyên hişbir û dewleta Tirk bisekinin'
Ciwanên Herêma Firatê diyar kirin, ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya ‘şerê taybet’ de hewl dide li herêmên dagirkirî madeyên hişbir û fuhûşê di nava ciwanan de pêş bixîne û gotin, "Em ê bi ruhê Apoyî li dijî madeyên hişbir û dewleta Tirk bisekinin." -
'Me soz bi axa xwe daye, em ê her li ber xwe bidin'
Şêniyên Kobanê gotin ku "Me soz daye axa xwe û me rêya berxwedanê hilbijart. Em şagirtên Rêber Apo ne, em ê her tim têkoşîn û berxwedanê bikin."