BI DÎMEN

Şehîd Zîlan li Kantona Firatê hat bibîranîn

Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) bi beşdariyan sedan kesan li Kantona Firatê hat bibîranîn.

Şehîd Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê çalakiya fedayî kir, di salvegera xwe ya 29'emîn de li Qada Şehîd Egîd a Kobanê ya Kantona Firatê hat bibîranîn. Di mîtînga bîranînê de wêneyê şehîd Zîlan û Rêber Apo hatin hildan. Girseya gel bêyî navvber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştre ji Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Zozan Bekir axivî. Zozan Bekir diyar kir ku ew ê xeta Zîlan bi ruhê jina azad bigihînin lûtkeyê û wiha got:" Zîlan ji jina Kurd re pêşenga azadiyê ye. Em jî weke jin em soz didin ku em ê xeta Zîlanan bigihînin lûtkeyê û bigihînin serketinê. Weke Rêber Apo jî got, ‘Projeya min a jinan nîvço mabû, temam bûye’. Em ê jî bi ruhê Zîlanan teqez bi ser bikevin.”

Piştre hunermendên Tev Çand, Hîlala Zêrîn û hunermend Fatme ya ku ji Helebê hatibû bi dorê derketin ser dikê û stranên şoreşgerî gotin. Mîtîng bi komên hunerî bi dawî bû.