ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Rûsya agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê
Rûsya ligel ku di agirbesta Soçiyê de bûye hêza garantor, agirbesta li Eyn Îsayê dike meseleya bazarê. Rûsya di navbera QSD û dewleta Tirk de lîstikan dike û bi ser de meseleya li Îdlîbê jî heye. -
Jinên ji Eyn Îsayê: Em ê warê xwe neterikînin
Jinên ji Eyn Îsayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide gel bitirsîne, bide koçberkirin û bi vî rengî herêmê bi hêsanî dagir bike. Jinan destnîşan kirin ku wê dest ji mal û xaka xwe bernedin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. -
HSK'ê 15 cîhazên hilmstandinê şand Rojavayê Kurdistanê
Heyva Sor a Kurdistanê ku meha derbasbûyî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi kampanya "100 cîhazên hilmstandinê" kiribû, weke gava destpêkêya kampanyayê 15 ji van cîhazan şand Rojava. -
Dewleta Tirk êrîşî Eyn Îsa kir, şer derket
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Mişêrfê ya Eyn Îsa kir. Şervanên QSD’ê bersiv da, şer dijwar e. -
Şehîdê QSD'ê Cûdî li Kobanê veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Fadil Derwîş (Cûdî Kobanê) ê ku li Dêra Zorê şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dicle bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê Şehîd Tolhildan bi merasîmeke girseyî spartin axê
Bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekî bi heybet cenazeyê şehîd Hemze Tolhildan li Goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê spartin axê. -
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin
Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan û çalakiyên protestoyî lidar xistin. -
Li Reqa û Eyn Îsa bi çalakiyan xwedî li QSD’ê derketin
Bi çalakiyên li Reqa û Eyn Îsayê hatin kirin bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û QSD jî silav kirin. -
Li Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Taybet ên girêdayî QSD’ê û hêzên ewlekariyê li gundên Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin. -
'Li Eyn Îsayê 12 çeteyên dagirker hatin kuştin'
Ji fermandarên QSD'ê yên herêma Eyn Îsayê Ziyad Heleb diyar kir ku wan êrişên dagirkeran ên li ser gundewarên herêmê têk birine û herî kêm 12 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Şêniyên Dirbêsiyê piştgirî dan QSD’ê
Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî Kantona Hesekê ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re çalakiyek li dar xistin. -
Berxwedana Eyn Îsa û Şengalê hate silavkirin
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Suriyeyê bi hezaran kes hatin gel hev, peymana li ser Şengalê şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana gelê Eyn Îsayê. -
Li Şehbayê meşa ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanan
Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyeyê, ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, li Şehbayê meşeke girseyî hate lidarxistin. Kongreya Star pêşengî ji meşê re kir. -
Jinên revandî yên Efrînê
Li gorî Missin Afrin Women Project (Projeya Jinên Efrînê yên Winda), ku hewl dide sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê bi belge bike, ji sala 2018'an dema dagirkeriyê û vir ve zêdeyî 200 jin hatine revandin. -
Tevgera dagirkeran a li Til Temir û Zirganê zêde bû
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevgera xwe ya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê ya Kantona Hesekê zêde kirin. -
Bazar û êrîşên li ser Eyn Îsa
Dewleta Tirk ku bilez cihên kontrolê yên Idlibê vala kirî êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa zêde kir. Ji duh ve li dijî êrîşan QSD'ê li ber xwe didin, Rûsya û rejîm li êrîşan dinerîn. Ev rewş wê fikrê çêdike ku bazarên genî hene. -
Li gundê Mişêrifê ya Eyn Îsa şerê dijwar diqewime
Li gundê Mişêrifê ya Eyn Îsayê di navbera QSD’ê û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. -
Minbic hate bombe kirin, li Til Temir û Zirganê tevger
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Toxar a dikeve bakurê rojhilatê Minbicê barand, li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temir û Zirganê jî tevgera heye. -
Welatiyên Eyn Îsayê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya raya navneteweyî ya li hemberî êrîşan, li navçeya Eyn Îsayê kon veda. -
Di êrişa dagirkeran de li Eyn Îsayê 2 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meheke êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa û gundên wê giran kirine. Vê sibehê êriş birin ser gundên Mişêrfê û Çelbê. Di encama êrişê de 2 sivîl birîndar bûn. -
Dewleta Tirk a dagirker rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojhilatê Eyn Îsayê bombe dike. -
Fermandarê QSD'ê: Me êrişa dagirkeriyê têk bir
Ji fermandarên QSD'ê Azîz Xerbîsan diyar kir ku wan êrişa dagirkeriyê têk birine û got, "Balafirên şer ên çeteyan bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin." -
Omer: Rûsya dixwaze Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bê kirin
Hevseroka MSD'ê Emîne Omer got, "Rûsya zextê li QSD'ê dike ji bo Eyn Îsa radestî hikumeta Şamê bike." -
Li Cenevreyê lîstika Tirkiye-Rûsyayê!
Rûsya û Tirkiye ku ji sala 2016'an ve hewl didin li gorî berjewendiyên Sûriyeyê dîzayn bikin, di hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn de li dora biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî digerin û hewl didin Cenevreyê bêbandor bikin. -
Li gundê Mişêrfê yê Eyn Îsayê şer giran e
Li gundê Mişêrfê ku bi 2 kîlometreyan li rojhilatê Eyn Îsayê ye, di navbera şervanên QSD'ê û dewleta Tirk û çeteyên wê de şerekî giran diqewime.