Li Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Hêzên Taybet ên girêdayî QSD’ê û hêzên ewlekariyê li gundên Hesekê û Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hêzên taybet û hêzên ewlekariyê yên girêdayî QSD’ê di 12`ê Kanûnê de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 2 operasyonên taybet pêk anîn.

Li gorî daxuyaniyê, operasyona yekemîn li gundê El-Bisêra yê rojhilatê Dêrazorê pêk hat û di encamê de 3 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin. Hate diyarkirin ku hinek cebilxane, çek û alavên teknîk û hin belge hatin desteserkirin.

Operasyona duyemîn jî li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê li nêzî sînorê Sûriye û Iraqê hate lidarxistin. Di vê operasyonê de jî 3 çeteyên DAIŞ’ê û hinek çek û alav hatin desteserkirin.