Minbic hate bombe kirin, li Til Temir û Zirganê tevger

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Toxar a dikeve bakurê rojhilatê Minbicê barand, li herêmên nêzî eniyên şer ên Til Temir û Zirganê jî tevgera heye.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên şevê de bombe li gundê Toxar barand. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrîşê. Li gorî saeta herêmî saet 20:00’an êrîşên artêşa Tirk a hate destpêkirin didome.

Hate ragihandin di dema ev êrîş dom dikir de li xeta Til Temir û Zirgan ên Kantona Hesekê çeteyên dewleta Tirk ketin nava tevgerekî zêde.

Li gorî ANHA’yê tevger di navbera gundên Qasimiyê, Rîhaniyê, Reşîdiyê û Til Mehan ên Til Temir li gel gundên Ûm Işba, Dawidiyê, Enîq El Hewa û gundikê Til Mihemed diqewime.