Tevgera dagirkeran a li Til Temir û Zirganê zêde bû

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevgera xwe ya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê ya Kantona Hesekê zêde kirin.

Gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyen wê didome.

Dewleta Tirk li herêmê sevqiyateke leşkerî kiriye û êrîşên xwe yên li dijî Eyn Îsayê jî didomîne. Rûsya ya ku di navbera QSD û dewleta Tirk de garantor e jî di vî warî de bêdeng e.

Rojnamegerên li herêmê diyar kirin ku dewleta Tirk herî zêde li gundên Til Mîna û Um El Îşbe ya Zirganê  hêzên xwe yên leşkerî zêde kiriye. Di dîmenan de tê dîtin ku dewleta Tirk li gundê Rihaniyê yê Til Temirê barîkatên li biryargeha leşkerî zêde kiriye.

Li gorî agahiyên ji hêrêmê çete êrîşî sivîlên li ser rêya Til Temir û Zirganê dikin. Hate diyarkirin ku çete êrîşî wesayîtên avê dike û ji ber vê jî sivîl êdî vê rêyê bi kar naynin.