Li Kobanê li dijî tundiya li jinê meşa girseyî
Bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meş hate lidarxistin. Di meşê de hate ragihandin ku jinên pêşeng wê tundî, desthilatdarî û dagirkeriyê têk bibin.
Bi boneya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, meş hate lidarxistin. Di meşê de hate ragihandin ku jinên pêşeng wê tundî, desthilatdarî û dagirkeriyê têk bibin.
Li Kantona Firatê bi sedan kes bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê meşiyan. Meş ji qada şehîd Egîd destpê kir û heta qada jina azad qefla jinên Firatê meşiyan.
Di meşê de bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hat berzkirin û pankartên ku li ser “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî xwe biparêze” hatin hildan.
Piştî ku meş gihîşt qada jina azad, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre Endama Koordînasyona Kongra Star Peyman Elûş axivî û diyar kir ku ew ê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî li dagirkerî û li desthilatdariyê bînin.
Piştre jî ji aliyê Navenda Çand û Hunera Baqî Xido ve şanoyek têkildarî tundiya li ser jinê, hat lidarxistin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.