Di êrişa dagirkeran de li Eyn Îsayê 2 sivîl birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meheke êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa û gundên wê giran kirine. Vê sibehê êriş birin ser gundên Mişêrfê û Çelbê. Di encama êrişê de 2 sivîl birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, vê sibehê saet di 05:00 de êriş birin ser gundên Mişêrfê û Çelbê yên li bakurrojhilatê Eyn Îsayê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan dagirkeran û şer qewimî.

Di encama vî şerî de ku demeke dirêj dewam kir, êrişa çeteyan hate têkbirin.

Dagirkerên ku ji êrişê nekarî tiştekî bi dest bixin, vê arê bombe li gundên Mişêrfê û Çelbê û rêya bejahî ya M4 barandin.

Şerê li herêmê hîn jî dewam dike.

REJÎM Û HÊZÊN RÛS BÊDENG IN

Cihên ku dewleta Tirk a dagirker êriş dibe ser nêzî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê ne, lê tevî vê yekê jî hêzên rejîmê û Rûsya bêdeng in.

Li gorî agahiyan ji ber êrişê 2 sivîl birîndar bûne û dewleta Tirk û çeteyên wê nahêlin ku birîndaran rakin nexweşxaneyê.