Bi hezaran kes ji şêniyên Kobanê ji bo pîrozkirina salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê li hev civiyan.
Qad bi wêneyên Rêber Apo, alên PKK, KCK û PAJK hate xemilandin. Di heman demê de jî bi cil û bergên gerîla û Kurdî jin û ciwanan xwe xemilandin. Di nava şahiyê de bê navber dirûşmên 'Bijî Berxwedana Gerîla' û 'Bê Serok jiyan nabe' hatin qîrin.
Bi destpêkirina şahiyê de Koma Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn Strana 'Vaye PKK rabû' got. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mihemed Mihemed axivî. Mihemed Mihemed diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe dawî li dagirkeriyê bînin û got: "Bi ruhê Heqî, Sakîne û Mazlûman îroj me xwe isbat kir. Em ê bi wê hêzê berxwedana xwe ya 46'an dewam bikin. Îro gerîlayên me di nava mercên herî zehmet de li ber xwe didin, em jî wek ciwan em pişta gerîlayên xwe ne û em ê bi hêza ciwanan û şehîdan dawî li dagirkeriyê bînin."
Endama Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo Eyşe Efendî jî got, wezîfa vî gelî parastina nirxan e, şopandina riya şehîdane û got: "Rêber Apo ev bû 26 sal e di nava zindanê de ye. Rêber Apo jin zindî kir, divê em jî xwedî li slogana 'Jin, Jiyan, Azadî' derkevin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo misoger bikin."
Dûre jî ji aliyê Navenda Çand û Hunerê û Hîlala Zêrîn her wiha mêvanên beşdar ji çand û Hunera Tebqa Hunermend Şadî û ji Awazên YPG Aycan Kobanê stranên şoreşgerî hatin gotin û dîlan hate gerandin.
Şahî bi dirûşma "Bijî Berxwedana PKK'ê" bi dawî bû.