Jinên ji Eyn Îsayê: Em ê warê xwe neterikînin

Jinên ji Eyn Îsayê diyar kirin ku dewleta Tirk hewl dide gel bitirsîne, bide koçberkirin û bi vî rengî herêmê bi hêsanî dagir bike. Jinan destnîşan kirin ku wê dest ji mal û xaka xwe bernedin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Artêşa Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete êriş dibin ser bajarokê Eyn Îsayê û gundên derdora wê. Jinên ji Eyn Îsayê diyar kirin ku wê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê dewam bikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî êrişên ku du hefteyên dawî giran bûne, bi xurtî li ber xwe didin. Artêşa Tirk ku êriş bir ser gundên Mealeq û Seydayê lê nekarî bi ser bikeve, vê carê jî berê xwe da gundên Mişêrfe û Çelbê yên li bakurê Eyn Îsayê.

Ev êrişên li ser her du gundên ku bi 2 kîlometreyî dûrî navenda bajêr e, hatin têkbirin. Artêşa Tirk a dagirker bi taybetî êrişî sivîlan dike û Rûsya û rejîma Baasê li bara êrişan bêdeng in. Jinên ji Eyn Îsayê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê bi QSD'ê re li ber xwe bidin.

Fadîle Mihemmed: Meheke êriş hene. Bombeyan li cih û warê sivîlan, li jin û zarokan dibarînin. Rûsya û rejîm li vir in lê tiştekî nakin. Tenê QSD me diparêze, li dijî êrişan li ber xwe dide. Divê dewleta Tirk bê rawestandin.

Nîran Hesen: Dixwazin tirsê berdin nava dilê gel û bide revandin. Gel niha li ber biryardanê ye. Ya wê li mala xwe bimîne û li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe bide, ya jî wê ji mala xwe derkeve û di nava şert û mercên giran ên zivistanê de li hemberî sermayê li ber xwe bide. Gel biryar li ser wê yekê da ku li mala xwe bimîne û li ber xwe bide. Şervanên QSD'ê li ber xwe dan û êriş têk birin. QSD heta jê tê ji bo parastina gel û ewlehiyê li ber xwe dide. Em gel jî em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Xetîce Adil: Ne xema dewleta Tirk e ku sivîl e yan jî leşker e. Bombeyan li her cihî dibarîne. Rojên dawî êriş gelekî giran bûn. Armanca dewleta Tirk ew e ku me ji xaka me derxîne, xaka me dagir bike û hinekî din li xaka me bi cih bike. Qaşo Rûsya li vir e, nuqte ava kirine û alên xwe pê ve kirine. Lê belê heta niha tiştek nekirine.

Rêzan Mehmûd: Rûsya û rejîma Şamê di çarçoveya peymanekê de hatin vê derê, lê tenê li êrişên dewleta Tirk temaşe dikin. Ji ber êrişan zerar gihîşt sivîlan; jin, zarok, extiyar mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Ji aliyê aborî ve jî xisar li xelkê herêmê bû. Eyn Îsa cihekî biçûk e, lê belê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Lewma ewqasî dibe hedef.

Rana: Eyn Îsa timî tê bombekirin. Ji ber van êrişan gelekî xisar li sivîlan bû. Armanc ji van êrişan ew e ku gel bitirsînin û Eyn Îsayê vala bikin. Rûsya dema ku hate vê herêmê qaşo ji bo parastina herêmê hatibû. Lê belê Rûsya bi ti awayî li ber êrişan ranebû. Lê bila vê baş zanibin ku em bi ti awayî ji warê xwe dernakevin. Bi çi rengî êrişî Eyn Îsayê dikin bila bikin em jê dernakevin.

Makbûle: Dewleta Tirk dixwaze gel bitirsîne û ji Eyn Îsayê derxîne. Dewleta Tirk, Rûsya û rejîmê li hev kirine. Bi hev re tevdigerin. Eger Rûsyayê û rejîmê qebûl nekiribûya, wê dewleta Tirk êriş nekiribûya. Rûsya ji bo pêşî li êrişan bigire hate vê derê. Lê berevajî vê yekê êriş dibin û Rûsya bêdeng e. Yekane armanca wan ew e ku me ji xaka me derxînin. Ev der ne xaka dewleta Tirk e, xaka me ye. Em ê dest ji xaka xwe bernedin.