Li Reqa û Eyn Îsa bi çalakiyan xwedî li QSD’ê derketin

Bi çalakiyên li Reqa û Eyn Îsayê hatin kirin bêdengiya li hember sûcên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û QSD jî silav kirin.

Kongreya Star çalakiya kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger dewir girt. Şandeyeke jinên bajarê Reqayê beşdarî çalakiya konvedanê bûn ku li Eyn Îsayê destpê kiriye.

Ji rêveberên Meclîsa Jinan a Reqayê Meryem El-Elî daxuyaniyek bi navê jinên bajarê Reqayê xwend û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kir.

Meryem El-Elî piştrast kir ku hemû jinên Reqayê li pişta Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ne ku li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê parastina axa Sûriyê dikin.

Berdevka Kongeraya Star a kantona Girê Spî Maya El-Elî jî bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir. Maya piştrast kir ku gelê Eyn Îsayê bi rêya girêdana wan bi axa xwe ve destaneke qehremanî û berxwedanê nivîsand.

Tê payîn ku çalakiyên konvedanê ku Kongeraya Star li kantona Girê Spiyê daye destpêkirin, wê 3 rojan bidome. Her wiha şandeyên jinan ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê tev li çalakiyê bibin.