Bazar û êrîşên li ser Eyn Îsa

Dewleta Tirk ku bilez cihên kontrolê yên Idlibê vala kirî êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa zêde kir. Ji duh ve li dijî êrîşan QSD'ê li ber xwe didin, Rûsya û rejîm li êrîşan dinerîn. Ev rewş wê fikrê çêdike ku bazarên genî hene.

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku 8 cihên kontrolê yên li Idlibê ku di nav xeleka rejîma Sûriyê de mabûn berda, êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsa zêde kir.

Rûsya beriya bi çendekê ji QSD'ê xwestibû ku Eyn Îsa bi dest rejîma Şamê ve berdabû lê ev daxwaza Rûsyayê nehatibû qebûlkirin.

Piştî ku QSD'ê ev daxwaz red kiribû, Rûsya û rejîma li hev rûniştin û 2 jê li rojava, yek jê li rojhilat 3 cihên kontrolê li bajêr danîbûn. Hema piştî ku ev cihên çavdêr hatin avakirin, ku polîsên leşkerî yên Rûs, hêzên QSD'ê û fermandarên rejîma Sûriyê lê dimînin hatin danîn dewleta Tirk û çeteyên bi ser ve li dijî Eyn Îsa êrîşên giran dane destpêkirin.

Derengiya şevê li gel ku ti êrîşek li ser bajêr nebû jî hesabên çeteyan û çapemeniya Tirk û kanên Rûs û rejîmê ragihandin ku du gundên Eyn îsa hatine dagirkirin, beriya êrîşê dezanformasyon û propagandayekê dest pê kir, balkêş bû ku serkêşiya vê dezenformasyon û propagandayê hesabên nêzî Rûs û rejîmê bûn.

Piştî êrîşa medyayê sibehê saet ber bi 05.40'î ve çeteyên bi serkêşiya Tirk êrîşeke giran anî ser gundên Mişerfê yê li rojhilatê bajêr û Celbê, gundê Seyda yê li rojavayê bajêr û rêya M4'ê. Di êrîşan de ku gelek çete di nav de bûn, artêşa Tirk jî bi tang, obûs û hawanan destek da, tevahiya rojê tevgera Amûrên Hewayî yên Bêmirov û Amûrên Hewayî yên Bêmirov ên Çekdar hebû.

Piştî ku şervanên  QSD'ê bersiv dane êrîşan li Mişerfê, Celbê û Seyda û çolterê şerekî giran çêbû, di vê rewşê de ku li herêmê cihên kontrolê û biryargehên Rûs û rejîmê hene tevahiya rojê li şer û ziyana ser sivîlan temaşe kirin. Di van êrîşên Tirk û çeteyên wê de gelek sivîl birîndar bûn, li gundê Mişerfê ji ber êrîşên topan 2 sivîlên ku navên wan hê diyar nebûye di bin kavilan de man.

Êrîşên çeteyan û dewleta Tirk ji hêla şervanên QSD'ê ve hatin şikandin. Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di şer de bi kêmanî 10 çete hatin kuştin.

Eyn Îsa ya ku Kobanê-Reqa, Kobanê-Herêma Cizîrê û Minbic-Cizîrê bi hev re girêdide xwedî giringiyeke startejîk, li gel êrîşên li ser Eyn Îsa her wiha şevê dî li ser xeta Zirgan û Minbicê jî tevgereke leşkerî hebû.

Dewleta Tirk û çeteyên wê sewqiyeta leşkerî birin ser bajaroka Zirganê ya li bakurêrojhilat ê Til Temirê ye û şevê dî bi derengî bi topran êrîş bire ser gundê Toxarê yê li bakurê rojhilat ê Minbicê.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer têkilî êrîşan diyar kir ji êrîşan Rûsya berpirs e û got, ''Rûsya ji bo ku bajar bi dest hikûmeta Şamê ve were berdan zextê li QSD'ê dike.''

Beriya ku êrîş li ser Eyn Îsa dest pê bikin endamê Komîteya Lİhevkirina Netewî ya Hikûmeta Sûriyê Omer Rahmûn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, ''Oxir be Eyn Îsa''.

Omer Rahmûn bi berdewamî amaje pê kir ku di navbeyna Rûs û Tirkan de li ser Eyn Îsa û başûrê Idlibê (Lazkiyê) bazar hene.

Zexta Rûsya ya li ser QSD'ê da ku Eyn Îsa bi dest rejîmê ve berde û bi bayê bezê valakirina cihên kontrolê yên dewleta Tirk ên li Idlibê bûbû sedema pirsan.