Saziyên navneteweyî: Rojnamevanên binçavkirî serbest berdin
Saziyên navneteweyî bertek nîşanî zextên li ser çapemeniya azad dan û gotin, "Rojnamevanên binçavkirî serbest berdin."
Saziyên navneteweyî bertek nîşanî zextên li ser çapemeniya azad dan û gotin, "Rojnamevanên binçavkirî serbest berdin."
Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî, li dijî qirkirinên siyasî yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî da. Federasyona Navneteweyî û Komeleya Rojnamevanên Giulia jî tevlî banga serbestberdana binçavkiriyan bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdarî dixwaze rojnamevanan bêdeng bike û wiha hat gotin: “Foruma Rojnamevanên Jin ên Behra Spî bi IFJ û Komeleya Rojnamevanên Giornaliste Giulia re beşdarî qîrîna ‘rojnamevanî ne sûc e’ a DFG’ê dibin. Rojnamevanên binçavkirî serbest berdin.”